Jinên Dêrazorê: Sûcên dewleta Tirk li dijî jinan planeke qirkirinê ye

Jinên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku ev sûc  plana tunekirinê ye û bang li ‎rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku destwerdanê bikin.‎

Jinên Dêrazorê: Sûcên dewleta Tirk li dijî jinan planeke qirkirinê ye
18 hezîran, 2021   08:51
DÊRAZOR

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rastî sûcên dewleta ‎Tirk a dagirker hatin ku armanc jê şikandina vîna gelan e, di vê dawiyê de jî ava çemê Firatê qut kir.

Dewleta Tirk bi awayekî metod û eşkere siyaseta xwe li dijî jinan pêk tîne, bi taybet li herêmên dagirkirî, her wiha têkoşer û jinên siyasetmedar armanc kirin, mîna Hevrîn Xelef, Zehre Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Hind û Seida. ‎

Dewleta Tirk rêz ji peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan di dema şer de ‎negirt, ew  peyman yek ji peymana Cinêvê ye ku di sala 1949'an de û di encamên kiryarên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn (1939-1945) de hat formîlekirin.

Der barê vê yekê de, gelek jin û rêveberên komîteyên jinan ên li gundewarê rojhilatê ‎Dêrazorê ji ajansa me re axivîn.‎

Endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Meryem El-Ewed wiha got: "Hîn jî sûcên tundiyê li dijî jinan di şeran de pêk tên, nemaze bi destwerdana dewleta Tirk re ku dîroka wê tijî komkujî ye." ‎

Meryem El-Ewed wiha dom kir: "Piştî ku artêşa Tirk herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, ‎çeteyên dewleta Tirk binpêkirin û sûcên derexlaqî, wekî revandin, destdirêjî, qetilkirin û ‎girtinê li dijî jinan pêk anîn, ew jî bi armanca şikandina vîna jinan. Lê rêxistinên têkildarî mafên mirovan li hember van sûcan bê deng in."

Meryem El-Ewed êrişên li dijî jinan şermezar kirin û destnîşan kir ku ev sûc wekî plana  ‎qirkirinê ya li dijî jinan tê naskirin.‎

Di dawiyê de, Meryem El-Ewed bang li rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku ‎destwerdanê bikin da ku dewleta Tirk destdirêjiyê li dijî jinan rawestîne û kesên ku li dijî ‎jinan sûc pêk anîne li gorî rêgezên qanûnî bêne darizandin.‎

Endama komîteya jinan a Meclisa Gel a Hecînê, Xîtam Hido got jin xwe û têkoşîna xwe li ser ‎bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava kir, ji ber vê yekê dewleta Tirk di ‎pilanên xwe de hewl dide ku vîna jinê bişkîne.‎

Xîtam Hido wiha dom kir: "Me sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎dîtin. Dewleta Tirk hemû rêbazên şidetê li dijî jinan pêk anî, hîn jî êrişên xwe yên girtin, ‎îşkence, qetilkirin û destdirêjiyê li deverên dagirkerî û li dijî jinên têkoşer, didomîne.‎

‎`QUTKIRINA AVÊ DÊ BIBE SEDEMA KERASETEKE HAWÎRDORÊ`‎

Hevseroka Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê, Zehra El-Mulhim sûcên dewleta Tirk ‎û qutkirina ava çemê Firatê şermezar kirin û got: "Îro em li dijî van sûcan disekinin û ‎protesto dikin, her wiha bang li rêxistinên mirovî dikin ku li hember wan rawestin. "‎

Ji aliyekî din ve, Meryem El-Hemîd diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava Çemê ‎Firatê, li dijî gelên herêmê şerê taybet bi kar tîne. Ev jî dê bi xwe re karesateke hawîrdorê bîne û niyeta wê têkbirina projeya neteweya demokratîk e. ‎

Meryem El-Hemîd di dawiyê de, bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li hikumeta ‎Tirkiyê û siyaseta wê bikin da ku van êrişên bêexlaqî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎rawestîne.‎

(dx)

‎ ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hL8afSBQYJ8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>