Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê topbaran kirin

Rojnameyên erebî îro behsa topbarana Îsraîlê ya li ser Sûriyê, navbeynkariya Misirê ya di navbera aliyên Lîbyayê de û aloziya siyasî ya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê topbaran kirin
18 hezîran, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI DEMA KU BENNETT DEST BI ERKA XWE KIR YEKEMÎN TOPBARANA ÎSRAÎLÊ LI DIJÎ COLANÊ`

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Çavkaniyan ji Til Evîvê piştrast kir ku tankên Îsraîlê nuqteyeke artêşa Sûriyê ya li nêzî bajarê Quneytarayê li Colanê kiriye hedef û bi temamî wêran kiriye. Ji dema ku Naftali Bennett dest bi erka xwe kir, ev hedefgirtina yekemîn e.

Heman çavkaniyan diyar kir ku nuqteya hedefgirtî, di vê dawiyê de liv û tevgerên zêde tê de hebûn û îstixbarata Îsraîlê dîmenên serdana gelek şandeyan û kesayetên payebilind ên Hizbullahê ji wê nuqteyê re kişandine. Ew kesayet berpisên projeyê firehkirin û pêşxistina binesaziya leşkerî ya Colanê ne yên ku hewl didin eniyeke din li dijî Îsraîlê bi rêya sînorên Sûriyê vekin.

Beriya ku dan û standinên serokerkanê Îsraîlê Aviv Kochavi yên girêdayî hebûna Îranê û Hizbullahê li Sûriyê, li Washingtonê dest pê bikin, ev topbaran pêk hat.”

‘EBAS KAMIL LI TERABLUS Û BÎNGAZIYÊ YE’

Girêdayî rewşa li Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê îstixbarata giştî ya Misirê Ebas Kamil serdana Terablus û Bîngaziyê kir. ji vê serdanê Misir armanc dike nakokiya di navbera fermandarê giştî yê artêşê Xelîfe Heftar û serokê hikumeta yekitiya nîştimanî Ebdulhemîd Debîbe de çareser bike û desthilata nû bi gelek nameya agahdar bike, di sêrî de ku Qahîre ne razî ye ku hikumeta nû hebûna çeteyan li Lîbyayê qebûl dike.

Li gorî gelek çavkaniyan Kamil rayedarên lîbyayî yên li Terabusê agahdar kir ku Heftar ji bo dan û standinan amade ye û bang kir ku gelê Lîbyayê çaranûsa xwe bi xwe diyar bike ku dixwaze tev li hilbijartinên bê bibe.

Her wiha Kamil bala rayedarên lîbyayî kişand ser mayîna hêzên dewleta Tirk û çeteyên sûrî û rênegirtina li pêşiya milîsan ku derfetê dide Heftar da ku tawîzên din ji hikumetê bibe ku razî ye hêzên Tirkiye li Lîbyayê bimînin.

Li gorî heman çavkaniyan, Kamil dê sedama bêdengiya hikumetê ya li hemberî daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî mayîna hêzên wê û çeteyan li Lîbyayê eşkere bike ku dibêje ew ne biyanî ne.  Dê dehf bide El-Debîbe ku gavên cidî di vî warî de beriya lidarxistina Kongreya Berlînê 2 biavêje.”

‘LUBNAN… CELAD Û QURBANÎ BI HEV RE LI KOLANE NE`

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Di 17`ê Cotmeha 2019`an de piştî ku hikumetê derbe li Whatsappê ferz kir, gel daket kolanê û li hemberî desthildariyê derket û qebûl nekir ku hikumet derbeyên din ferz bike.

Ev çirûska Whatsappê hikumeta Wihdê Wataniye ji hev xist û piştî 13 rojan ji xwepêşendanan El-Herîrî istîfa kir.

Piştî wê hikumeta ku li hemberî daxwazên gel sekinî di 17`ê Hezîrana 2021`an de daket kolanan û pêşengiya xwepêşendanan kir û di encamê de celad cilê qurbaniyan li xwe kir û xwe wekî ku mezlûm be, nîşan da.

17`ê Cotmeha 2019`an û 17`ê Hezîrana 2021`an du bûyer nakok in. Aliyên siyasî yên ku pêşengiya xwepêşedanên duh kirin, heman aliyên ku li dijî şoreşa 17`ê Cotmehê sekînin û gule li ciwanan berandin.

Li gel vê nakokiya siyasî ya bi tirs jî, li welatê astengbûyî boykoteke giştî çêbû ku hemû siyasetmedar, partî û bazirganan piştigiriya wê kir. Li gorî nirxandinên cuda yên wê boykotkirinê karker û xwediyên saziyan bi awayekî sar ev rewş protesto kir.”

(şx)