Li Îranê hilbijartin dest pê kir

Li Îranê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dengdanê dest pê kir. Bijareyê hilbijartinê jî Îbrahîm Reîsî yê muxafazakarê hişk e. Lê belê tê payîn ku di asteke bilind de hilbijartin bê boykotkirin.

Li Îranê hilbijartin dest pê kir
18 hezîran, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdan saet di 07:00`an de ji aliyê lîderê olî Alî Hamaney ve hate destpêkirin. Bang li 59.3 milyon hilbijêrî hat kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Rayedaran biryar dan ku dengdan heta nîvê şevê dewam bike. Ev dem heta roja Şemiyê saet 02:00`an dikare bê dirêjkirin.

Bi rêya vê rêbazê li bendê ne ku tevlêbûn zêdetir bibe. Tê payîn encamên dawî roja Şemiyê danê nîvro bê eşkerekirin.

Li gorî anketên dawîn, hejmara mirovên ku hilbijartinê paşguh dikin di asta rekorê de ye û tê payîn ku ev rêje ji ya sala 2020'î zêdetir be. Sala 2020'î di hilbijartinên giştî de ji sedî 57 ê hilbijêran dengê xwe nedabûn.

Sala 2017'an Hasan Rûhanî bi polîtîkaya vebûnê û soza azadiya şexsî ya hîn bêhtir di tûra destpêkê de hatibû hilbijartin. Rêjeya tevlêbûnê ya li hilbijartinê di ser ji sedî 73 re bû.

Ji ber ku li ser medya dîjîtal banga ji bo boykotê zêde bû, Hamaney mehên dawîn ji bo tevlêbûna girseyî ya li hilbijartinê bang kiribû.

Şefê Adlî Erkê Îbrahîm Reîsî yê 60 salî weke favoriyê vê hilbijartinê tê dîtin. Ji xwe Konseya Parastina Destûra Bingehîn, namzetiya kesên ku karibin ji Reîsî re bibin hevrik qebûl nekiribû.