Artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê, şeva borî bi dijwarî êriş herêmên cuda yên Xezayê kir ku hate îdiakirin ku li dijî avêtina balonên agirpêketî ji Xezayê ber bi wargehên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve, pêk hatiye.

Artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kir
18 hezîran, 2021   07:18
XEZA

Nûçegihanê me yê li Xezayê diyar kir ku ji roja ku agirbest di 21'ê Gulanê de hat ragihandin, ev êrişên herî dijwar in û xuya dike ku hevkêşeyek nû ye ku Îsraîl hewl dide saz bike, tevî domandina avêtina balonên agirpêketî û teqîner li wargehên nêzî Xezayê.

Hat zanîn ku êriş deverên çandiniyê yên li herêmên cuda yên Xezayê kiriye hedef.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Balafirên şer ên Hêzên Hewayî nuqteyeke avêtina rokêt û alavên leşkerî yên rêxistina Hamasê li Xezayê, bombebaran kir."

Çavkaniyên Îsraîlê ragihand ku serokerkanê Îsraîlê Aviv Kohavi di demek berê de rewşa amadebûna arteşa Îsraîlê ya ji bo senaryoyên cuda nirxandibû, wekî ji nû ve destpêkirina şer li hemberî operasyonên domdar ên li Xezayê.

 (dx)