‛Divê Kurd li Hewlêrê bi azadî tev bigerin, ne çete’

Şêniyan siyasetên dijminatî yên PDK’ê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD’ê pêk tîne, şermezar kirin û gotin "Divê Kurd li Hewlêrê bi azadî tev bigerin, ne çete."

‛Divê Kurd li Hewlêrê bi azadî tev bigerin, ne çete’
18 hezîran, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Bertekên şêniyan ên şermezarkirinê li dijî siyasetên PDK’ê yên girtina nûnertên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê zêde dibin.

Hîna çarenûsa nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Hewlêrê digel redkirina PDK’ê ya eşkerekirina tu agahiyan li ser wan, ne diyar e.

Şêniyên navçeya Dêrikê ya Qamişlo sûc û kiryarên PDK’ê şermezar kirin.

Girêdayî wê, Xelîl Hacî Mihemed wiha got: "Em dixwazin gelê Kurd bibe yek, heke em nebûn yek em ê tevahî zirarê bikişînin. Nabe ku em qîmet û nirxekî bidin biyaniyan û şêniyên xwe biqewitînin."

Mutîi Remedan jî wiha got: "Ku çete bi azadî li Kurdistanê tev bigerin, ev krêtiyeke mezin e. Divê Kurd li Hewlêrê bi azad tev bigerin, divê Hewlêr çeteyan pêşwaz neke."

Ebdullah Hemzre da zanîn ku ji siyasetên PDK’ê ne matmayî ye û wiha got: "PDK’ê hevrêyên me digirtin û radestî Tirkiyê, beriya wê jî tankên dewleta Tirk diajotin û niha jî dikin. Divê PDK’ê li hesabên xwe vegere, piştgiriya dewleta Tirk neke û baregehên li Metînayê ava neke."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YHjlJ_TPbnE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>