TEV-DEM: Hedefgirtina avahiya HDP`ê sûcekî plankirî û birêxistinkirî ye

Tevgera Civaka Demokratîk got hedefgirtina avahiya HDP`ê ji aliyê komên faşîst ên Tirk ve ne tesadûfî ye lê belê sûcekî birêxistinkirî û plankirî ye.

TEV-DEM: Hedefgirtina avahiya HDP`ê sûcekî plankirî û birêxistinkirî ye
18 hezîran, 2021   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

HDP`ê duh bi şev bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kesekî çekdar gule li avahiya partiyê ya li Îzmîrê berdane û di encamê de endameke partiyê bi navê Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest daye.

HDP`ê di daxuyaniya xwe de desthilatên Tirkiye û Wezareta Karên Hundir bi taybet bi pêkanîna bûyerê de tawanbar kirin û got armanc jî tirsandina gel e.

TEV-DEM`ê der barê hedefgirtina avahiya HDP`ê ya li Îzmîrê û şehîdxistina endama partiyê Denîz Poyraz de, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên hovane yên li dijî Başûrê Kurdistanê yên bi armanca tunekirina vîna gelê me û têkbirina destkeftiyên wê, her wiha li ser esasê firehkirina qada şer û qirkirinê, li hemberî berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) di aliyê leşkerî de gelek ziyan dibîne û bi bin dikeve. Vê berxwedana gerîla ya lehengane û dîrokî bandoreke mezin li hundirê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.  

Ne xerîb e ku daîreya komên faşîst ên Tirk dest bi liv û tevgerekê bikin da ku vîna gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têk bibin.

Êrişa li ser avahiya HDP`ê ya li Îzmîrê û şehîdxistina endama partiyê Denîz Poyraz sûceke birêxistinkirî ye ku Tirkên faşîst ên tirsonek bi rêbazeke nû pêk anîn. Ev yek jî bi armanca tolhildana ji binkeftinên dewleta Tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê ye. Rêbaza vê asta komên Ergenekon û kontrgerîla ku kengî dixwestin êrişên bi vî awayî pêk dianîn, derbas kir.

Ev êriş îsbat dike ku tevliheviyên ewlehiyê hene û dewleta Tirk nikare kontrol bike. Ji ber wê dewleta Tirk li hemberî pêvajoya xwe ya herî xeternak rû bi rû dimîne. Heke ev kom kiryarên xwe bidomînin, dê bibe sedem ku guhertineke mezin di nava gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî de çêbe.

Armanc ji şehîdxistina birêz Denîz Poyraz jî hedefgirtina kesayeta jinan û çewisandina rola wê ya pêşeng di nava civakê de ye. Ev sûc ne tesadûfî ye lê belê plankirî û birêxistinkirî ye. Di demekê de pêk hat ku gelê me salvegera 23`yemîn a şehadeta Sema Yûce bi bîr tîne.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bi tundî vî sûcê han ê li dijî vîna HDP`ê şermezar dikin ku nûnertiya pêkhatiyên piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike. Her wiha em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî û civaka sivîl dikin ku bi hev re li dijî faşîzmê û komên girêdayî wê ku nûnertiya AKP`ê dikin, bibin yek.”

(şx)

ANHA