QSD’ê du malbat li hev anî

Ji ber baweriya bi pransîba jiyana aştiyane ya hevbeş,  QSD’ê du malbatên Dêrikê ku zêdetirî 20 salan bi hev re bi nakok in, li hev anî.

QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
QSD’ê du malbat li hev anî
14 hezîran, 2021   17:46
QAMIŞLO

QSD’ê bi hevkariya rûspî, şêx, PYD’ê ya Dêrikê civîneke lihevanîna malbata Sebrî Elo û malbata Mistefa Rêzokî li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê û oldaran beşdarî civînê bûn. Her du malbat ji zêdetirî 20 salan ve bi nakok in ku di encama vê nakokiyê de ji her du aliyan ve kuştî çêbûn.

Merasîma lihevanînê bi axaftina endamê Têkiliyên QSD’ê Mihemed Beşîr Hisên dest pê kir. Hisên got: "Îro em li vir civiyane da ku nakokiya her du malbatan çareser bikin ku bi hev re bi aştî û biratî bijîn."

Dûvre li ser navê malbata Mistefa Rêzokî, Mizgîne Îbrahîm Remedan axivî û wiha got: "Dawiya nakokiyan, lihevanîn û jiyana bi aştî ye, îro bi baweriya bi xwîna şehîdan me nakokiyên malbata me bi malbata Sebrî Elo re çareser kirin."

Li ser navê malbata Sebrî Elî, Hemze Sebrî axivî û got: "Nakokiyên hundirîn civakê ji hev dixin, di encamê de herêm dikevin xizmeta siyasetên navneteweyî û ew jî hewl didin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin."

Li aliyekî din jî şêx Îsam Dêrşoy got divê, şênî bi tevahî olên xwe bi hezkirin û aştî bi hev re bijîn.

Endamê Meclisa Rûspiyên Eşîran Hewas Cidêi wiha got: "Pêwîst e nakokî werin çarekirin û li hember tevahî siyasetên bi hewldanên jevkirina civakê û derbekirina aramiyê bisekinin. Îro hikumeta Şamê û dewleta Tirk hewl didin fitneyê di nava gelên herêmê de derxin. Lê belê em ji wan û tevahî cîhanê re îsbat dikin ku gelên herêmên nakevin xekfa van siyasetan."

Piştî axaftinan her du li hev hatin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rzu-uFXICVo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>