​​​​​​​Şandeyeke rayedarên hikumeta Bexdayê serdana Mexmûrê kir 

Şandeyek ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rayedarên ewlekariyê serdana wargeha Mexmûrê kir.

​​​​​​​Şandeyeke rayedarên hikumeta Bexdayê serdana Mexmûrê kir 
14 hezîran, 2021   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ku ji rayedarên Wezareta Koç û Koçberan û saziyên ewlekariyê pêk tê, li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şandeyeke Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) re hevdîtin pêk anî.

Endamên şandeyê diyar kir ku ew bi armanca lêkolînkirina êrişên li ser wargehê, pirsgirêkên wargehê û rêyên çareserkirinê serdanê dikin.

Şandeya Mexmûrê jî, der barê rewşa wargehê, serpêhatiya şêniyên wê, zilma dewleta Tirk û sedema koçberbûnê, êrişên li ser wargehê de agahî dan û daxwazên wargehê pêşkêş kirin. Şandeya Mexmûrê her wiha destnîşan kir ku NY û hikumeta Iraqê li gorî yasayan tev negeriyane, mafên penaberan neparastine û xwestin ku erka xwe bi cih bînin.

Endamên şandeya Bexda jî got wan ev agahdarî û daxwazên wargehê hemû girtine gel xwe û ewê bi cihên pêwendîdar re parve bikin. Endamên şaneyê destnîşan kirin ku ewê li ser rêyên çareseriyê bisekinin, ji bo ku pêşî li êrişan were girtin.

Piştî hevdîtinê şandeya Bexdayê serdana çend malbatan kir û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Şandeyê her wiha li cihê êrişa dawî ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû, lêkolîn kirin.

Endamên Şandeya Iraqê destnîşan kir ku dê serdanên xwe bidomînin û hewl bidin ku alîkariya pêwîst bidin wargehê.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/ZqHa99_9mCk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>