​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re selêdana dozgeriyê kir.

​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
14 hezîran, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Axaftina herî dawî ya bi Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê axaftina bi telefonê bû ku nîvco mabû.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan bêbersiv têne hiştin.