Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi pêşangeha hunerî ku bi navê "Pêngava Azadiyê" hatibû vekirin, pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand.

Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
Ciwanên Tebqayê pêngava "Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand
12 hezîran, 2021   14:39
TEBQA

Pêşangeh bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, leşkerî û bi dehan şênî li navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Ciwanên Tebqayê hate vekirin.

Bernameya pêşangehê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre her du rêxistinên ciwanan daxuyaniyek hevbeş ragihand. Şeyma El-Elî daxuyanî xwend û wiha got:

"Bi navê ciwanên şoreşger û jinên ciwan em tevlêbûna xwe ji pêngava 'Tev li cenga azadiyê bibin" radighînin. Ev pêngava berdewama pêngava 'Teqez em ê bi ser bikevin' e ya ku beriya salekê hatibû destpêkirin. Di vê pêngavê de çalakî û planel hatin lidarxistin. Armanca me ji vê yekê ew e ku dengê xwe bighînin raya giştî û cîhanê ku em li qadan in, li ber xwe didin û tê dikoşin da ku projeya me ya li dijî dagirkeriyê û hêzên destpotîzim bi ser bikeve.

Me pêngava 'Tev li cenga azadiyê bibin' ragihand da ku em rihê şoreşgerî di hundirê her ciwanekî û ciwaneke ku dixwaze li welatiyekî ku azadî, adalet û wekhevî tê de misoger bibe bijî, zindî bihêlin, ev welat dê bi berdêl û vînên me yên ber bi azadiyê ve ronî bibe.

Pêngava me îro bi pêşangeheke hunerî bi navê (Meşa azadiyê) dest pê kir. Bi vê yekê me şehîd û lehengîn xwe yên ji bo serxistina doza me berdêlên mezin dane, bi bîr anîn.

Dûvre malbatên şehîdan ên Tebqayê deriyê pêşangehê vekirin û li hola wê geriyan.

/ar/uploads/files/2021/06/12/131533_mhmwd-alytym.webp

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El-Yetim got, pêşangeh balê dikişîne ser dozên gelên herêmê û fedekariyên şehîdên wê, wiha pirtûkên xwediyên fikirên demokratîk û sembolên wê di serî de yên rêber Abullah Ocalan hatin pêşandan.

Tê payîn ku di demên pêş de di çarçoveya pêngavê de çalakiyên çandî, wezîş, mihrîcan, panel û xwepêşandanan li dar bikevin.

(eh)

ANHA