Hakan Taş: Li Hewlêrê nêzî 15 saetan hatim girtin şîdeta psikolojîk hat kirin

Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş ku duh bi şev li Balafirxaneya Hewlêrê hat binçavkirin, destnîşan kir ku nêzî 15-16 saetan hatiye sekinandin û şîdeta psikolojîk li wî hatiye. Hakan Taş piştî hatiye berdan, dîsa hatiye şopandin, lewma derbasî bajarekî derveyî Hewlêrê bûye.

Hakan Taş: Li Hewlêrê nêzî 15 saetan hatim girtin şîdeta psikolojîk hat kirin
12 hezîran, 2021   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş ku duh bi şev li Balafirxaneya Hewlêrê hatibû binçavkirin, hatibû gotin ku ji aliyê rayedarên PDK’ê ve careke din vegerandine Almanyayê, têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî.

Hakan Taş diyar kir ku rayedarên balafirxaneya Hewlêrê xwestine wî paşve vegerînin, lê nekarîne, şîdeta psikolojîk li wî hatiye kirin û piştî hatiye berdan jî hatiye şopandin.

Hakan Taş, pêkanînên li hemberî wî wiha vegotin:

2 CARAN LÊPIRSÎN KIRIN

Ez ji Almanyayê di ser Stenbolê re derbasî Hewlêrê bûm. Tevî ku li Stenbolê me testa Covid-19 çêkir jî, li Hewlêrê careke din test bi min dan çêkirin. Paşê pasaportên me kom kirin, ez bawer im ev jî bahaneyek bû ji bo ku xelkê bidin sekinandin. Piştî pasaport hatin komkirin, herkes yek bi yek girtin odeyekî, weke derkevin pêşiya şandeyeke 3 kesî ya lêpirsînê. Herî dawî ez birim lêpirsînê. Pirsên wekî, “Hun çima hatine, hunê çi bikin, hunê li kuderê bimînin û çiqas bimînin?” pirsîn. Her wiha pirsên wekî, “Hunê tevlî tiştekî bibin, bi kî re hevdîtinan bikin? û whd.” kirin. Ya rastîn pirsên ez xerîbê van pirsan nebûm, ji ber min pirsên wekî vê ne li Kurdistanê li Tirkiyeyê gelek bihîstibû! Lê cara yekêbû dihatim Kurdistanê, helbet ev tişt ez şoq kirim.

Piştî wê pasaporta min girtin û ez li odeyeke din a nêzî cihê lêpirsînê bi saetan dam sekinandin. Paşê her li balafirgehê ez birim qatek jêr, li ew cihê lêpirsîn lêkiribûn. Ji min re gotin, ‘eger bixwazî dikarî li vir razî’. Lê ji ber ku cih ji bo tendûristiyê (Covid 19) ne guncavbû, min ev teklîfa wan qebûl nekir. Ji derveyî min 4 kesên din jî li wir hebûn, em hemû li wî cihî dan sekinandin.

Piştî demek di ser re çû, careke din ez birin qada jorê, vê carê hinek kesên din ên nû jî tevlî şandeyê kiribûn, min ji wan pirsî, ‘Hun çima min li vir digirin, tevî ku min got, eger hunê min nexin Kurdistanê (Hewlêrê) wê demê dikarin paşde jî vegerim’, lê min bersiv negirt. Divê demê de ti xwarin û vexwarin nedan min.

ŞÎDETA PSIKOLOJIK MEŞANDIN

Dikarim bêjim, li wir şîdeta psîkolojîk li min kirin. Min divê navberê de li hinek kes û derdorên ku nas dikim geriyam ji bo bikevin navberê û zext bikin, ji bo destûr bidin. Ez bawerim ev lêgerîna min bandor kir, ji ber di medya mecazî de bûye rojev. Paşê careke din ez birim lêpirsînê. Dîsa heman pirs ji min kirin. Min jî ji wan re got, ‘Ji derveyî aşitiyê ti alternatîfeke Kurdan nîne. Pêwîstî heye ku piştgirî ji bo aşitî û azadiyê were dayîn. Ji ber vê her Kurdek divê li gel aşitî û azadiyê be. Divê Kurd înîsiyatîfên wisa destek bikin. Paşê nizanim çi qewimî, kesên hem Almanî dizane, hem jî Tirkî dizanîn hatin li gel min sohbet kirin û çayek dan min. Piştî wê jî pasaporta min dan min û gotin, ‘dikarî derbas bibî’. Lê ez nêzî 15-16 saetan dam sekinandin, şîdeta psîkolojik meşandin.

EZ HATIM ŞOPANDIN

Piştre min ferq kir ku têm şopandin. Ji derveyî Hewlêrê ez çûm bajarekî din, ji bo neyêm şopandin. Bi konsolosxaneya Almanyayê re ketim pêwendiyê, her wiha hevalên me yên parlementoyê li ser medya mecazî jî kirin rojev, ev ji bo min bû alîkar.

Dixwestin min vegerînin

Ez bawerim destpêkê xwestin, min bi zivirînin Almanyayê. Lê ji bo min bizivirînin, diviyabû ew şîrketa ku ez ji Stenbolê anîm Hewlêrê min dubare zivirandiba, lê bawerim sefera wan nebû, ji ber vê nekarîn min paşde vegerînin. Ez bi tenê hatim, lê hinek hevalên me li balafirgeha Almanyê hatin astengkirin, hinek din hebûn wê di ser cihek din re hatibana, ew jî hatine astengkirin.

TIŞTEKÎ BÊ QEBÛLKIRIN NÎN E

Hêvî dikim li hemberî vê pêkanîna li hember min kirine, vê carê dengê parlementoyê derkeve. Ji ber tişteke ku bê qebûlkirin nîne.  Ez li Wezareta Derve ya Almanya û Seferatxaneyê geriyam, lê hîn bersiv nedane, bawerim îro roja şemiyê ye, lewma.”

DUH HATIBÛ BINÇAVKIRIN

Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş duh bi şev li Balafirxaneya Hewlêrê hatibû binçavkirin. Hatibû gotin ku Taş piştî binçavkirinê ji rayedarên PDK’ê ve li balafirê hatiye siwarkirin û ber bi Almanyayê ve hatiye rêkirin.