Meşa Rûmetê sibe li Kobanê tê lidarxistin

Li bajarê Kobanê sibe Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê dest pê dike. Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Macîda Hesûn got, meş nameyek ji dewleta Tirk a dagirker re ye ku gelên herêmê teslîm nabe û hîna li ber xwe dide. Macîda bang li şêniyên herêma Firatê kir ku beşdarî meşê bibin.

Meşa Rûmetê sibe li Kobanê tê lidarxistin
12 hezîran, 2021   14:14
KOBANÊ

Meşa bi diruşma "Li dijî dagirkeriyê meşa rûmetê" sibe saet 10:00'an ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê dike. Şêniyên herêmê Firatê dê tev li meşê bibin û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê nîşan bidin.

Têkildarî meşê û armancên wê, Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Macîda Hesûn got: "Meşa Rûmetê wê sibe li bajarê Kobanê bi diruşma 'Li dijî dagirkeriya Tirk meşa rûmetê' dest pê bike. Em bi hêvî ne ku her kes beşdarî Meşa Rûmetê bibe ku dê tê de vîna gelên azadî yê herêmê were nîşandan.' '

Macîda Hesûn diyar kir ku armanca meşê nameyeke ji dewleta Tirk a dagirker re ye ku gelên herêmê teslîm nabin û hîna li ber xwe didin û dikare li hemberî kiryarên wê bisekinin.

Macîda destnîşan kir ku ev meş çalakiya destpêkê ya vê mehê ye û wiha domand: "Wekî hûn dizanin meha Hezîranê ji bo gelê herêmê bi taybet ji bo şêniyên bajarê Kobanê meha komkujiyan e, di vê mehê de bîranînên bi êş hene, mîna komkujiya li Helincê ku dewleta Tirk bi balafirekê pêk anîbû û di encamê de 3 jinên têkoşer şehîd bûn, her wiha di 25'ê Hezîranê de komkujiya Kobanê ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbûn û di encamê de zêdetir 250 kes şehîd bûn."

Macîda Hesnû bang li gelên herêmê kir ku dakevin qandan û got, "Bi taybet, banga min ji bo tevahî pêkhateyên herêma Firatê ku tev li Meşa Rûmetê bibin ku dê sibe were lidarxistin, da ku ji dewleta Tirk re îsbat bikin ku hîna xwedî vîna azad in û dengê top û balafirên wê yên şer me natirsînin."

ANHA