Şandeyek ji Reqayê serdana Minbicê kir

Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê û şêx û rûspiyên Reqayê serdana bajarê Minbicê kirin.

Şandeyek ji Reqayê serdana Minbicê kir
12 hezîran, 2021   13:27
MINBIC

Şande li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê ji aliyê şêx û rûspiyên Minbicê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo û Nezîfe Xelo û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya Reqayê piştgiriya xwe ji bo şêniyên Minbicê û rêveberiya wê re anî ziman. Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb got: "Em hatine Minbicê da ku piştgiriya helwesta rêveberiya wê bikin ku demên dawî de hin provakasyon lê çêbûn, armanc jê ewlehî û aramiya wê xirab bikin û fitneyê derxînin, da ku piştre van hewldanan bighînin tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Mihemed Nûr El-Zîb anî ziman ku bi saya hevgirtina rêveberî, eşîr, hêzên ewlehî û leşkerî ev hewldan hatin têkbirin û Minbicê niha di nava aramiyê de ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî got: "Em di rêveberiya Minbicê de ji ber bûyerên ku rû da mixabiniya xwe tînin ziman. Lê armanc zelal bûye ku hin ajnîdeyên derve li pey van provakasyonên ku çêbûne ne, armanca wan ewlehî û aramiya herêmê têk bibin."

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ew bi zelalî nêzî xwepêşanderan bûn û li daxwazên wan guhdar kirin û got: "Me hin tedbîr girtin, em ê pêşniyar û daxwazên gel rakirin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku li van daxwazan binerin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TooOCTEkkCI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>