Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk û bikaranîna ciwanên sûrî wek çete ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kirin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
12 hezîran, 2021   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê îro daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe ya Dêrazorê da. Daxuyanî ji aliyê berdevkê meclisê Elaa El-Hisên bi beşdarbûna endamên meclisa ciwanên partiyê û meclisên ciwan, jin û yekitiya werzîşê ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew êrişên dewleta Tirk ên domdar ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, guhartina demografiyê ku li Efrînê û bajarên din ên dagirkirî pêk tê, meşandina siyaseta tirkkirin û guhartina nasnemaya herêmê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de bikaranîna ciwanên sûrî wek çete ji aliyê dewleta Tirk ve, teşwîqkirina wan bi pereyan û şandina wan Lîbyayê û Ermenistanê hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku li hundirê Sûriyê û derve xwe bi rêxistin bikin, vegerin Sûriyê, bi hev re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyeyeke nû ava bikin.

(dm)

ANHA