SOHR: Hikumeta Şamê alîgirên xwe yên li Minbicê bi çek dike

SOHR ragihand ku hikumeta Şamê alîgirên xwe yên li bajar û gundên Minbicê bi çek dike.

SOHR: Hikumeta Şamê alîgirên xwe yên li Minbicê bi çek dike
12 hezîran, 2021   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku alîgirên hikumeta Şamê çekan li şêniyên bajar û gundewarê Minbicê belav dikin.

Li gorî çavkaniyên SOHR, "Çek ji bombe, klaşînkov û cebilxaneyên wê pêk tê. Hin alîgirên hikumeta Şamê ku ji eşîra Benî Seîdî, Bûsultan û Bûbena ne, ji şêniyên Minbicê zêdetirî hezar kes kom kirin û bi armancên ne eşkerekirî ew di nava koman de bi çek kirin."

Di demên dawî de, provakasyon û hewldanên derxistina fitne û kiryarên texrîbî li bajarê Minbicê rû dan. Aliyên girêdayî hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk ji xwepêşandanên aştiyane yên girêdayî qanûna Erka Xweparastinê sûd digirtin û xwestin aloziyê derxînin.