​​​​​​​Parlamenter Hakan Taş ji Hewlêrê hate dersînorkirin

Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş ku duh li Balafirgeha Hewlêrê hatibû destgîrkirin, ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hate dersînorkirin.

​​​​​​​Parlamenter Hakan Taş ji Hewlêrê hate dersînorkirin
12 hezîran, 2021   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Partiya Çep ya Almanyayê Hakan Taş duh bi şev li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû destgîrkirin.

Hakan Taş piştî destgîrkirinê ji aliyê rayedarên PDK’ê ve li balafirê hate siwarkirin û ber bi Almanyayê ve hate şandin.

Her wiha îro şandeya aştiyê  ku dixwest ji Balafirgeha Dusseldorfê ya Almanyayê biçe Hewlêrê, ji aliyê polîsên Alman ve hatibû astengkirin û 27 kes destgîr kiribûn ku di nav de parlamenter Cansu Ozdemîr jî hebû. Parlamenter Hakan Taş jî endamê şandeya aştiyê ye.

Berpirsê Balafirgeha Hewlêrê jî ji medyaya PDK’ê re îdia kiribû ku li balafirgehê tu kes nehatine destgîrkirin.