60 kargeh û şîrket tev li pêşangeha berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn

Desteya Aborî û Çandiniyê yê herêma Cizîrê bi koordîneya Yekitiya Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê îro pêşangeha duyemîn a berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê bi beşdarbûna 60 kargeh û şîrketan vekir.

60 kargeh û şîrket tev li pêşangeha berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn
12 hezîran, 2021   12:16
QAMIŞLO

Pêşangeha duyem a berhemên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca teşwîqkirina berhemên herêmî bi dirûşma “Ji pîşesaziya ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve” li stada Klasîko ya Qamişloyê dest pê kir.

60 kargeh û şîrket ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pêşangehê bûn û berhemên xwe yên madeyên xwarinê û pîşesaziyê yên herêmî pêşkêş kirin.

Her wiha nûnerên Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bazirganên herêmê û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî pêşangehê bûn.

Deriyê pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Hevrîn Xelef ve hat vekirin.

Her wiha hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo axivî û vekirina pêşangehê pîroz kir. Barûdo destnîşan kir ku vekirina pêşangehê derfeteke ku welatiyan teşwîq bikin ku madeyên herêmî çêbikin, rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin û di gel aloziya aborî ya tengav ku Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe barên welatiyan sivik bikin.

Barûdo piştrast kir ku divê şêniyên herêmê xwe bispêrên çêkirina hilberînên xwarinê û pîşeyî yên herêmî û wiha domand: “Divê em hilberînên derve boykot bikin û hilberînên herêmî bikirin. Da ku derfetên kar ji şêniyên herêmên xwe re peyda bikin.”

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê Hediye El-Elî bixêrhatina beşdarên pêşangehê kir û destnîşan kir ku lidarxisitna vê pêşangehê gaveke baş e da ku jiyana komînal a hevbeş li herêmê pêş keve û rêgeza xwetêrkirinê pêk were.

Pêşangeh dê heta 14`ê Hezîranê bidome û dê piştre li Hesekê di 19`ê Hezîranê de li dar bikeve.

Li ser asta herêma Cizîrê sala 2019`an yekemîn pêşangeha hilberînên pîşesazî yên herêmî li Qamişloyê li dar ketibû. 

(dm)

ANHA