Erebistana Siûdî hejmara welatiyên ku dikarin biçin Hecê ragihand

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku kesên dixwazin îsal biçin Hecê, divê ji welatî û kesên li Erebistana Siûdî bin û tenê dê 60 hezar kes bin.

Erebistana Siûdî hejmara welatiyên ku dikarin biçin Hecê ragihand
12 hezîran, 2021   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniya xwe de îşaret pê kir ku rewşa tenduristiya kesên ku dixwazin biçin Hecê divê baş be û nexweşiyên giran bi wan re tune bin, her wiha temenê wan ji 18 heta 65 saliyê be û derziyên vîrûsê li xwe xistibin.

Li gorî daxuyaniyê ku qeydkirina kesên dixwazin biçin Hecê, divê ji welatî û kesên li Erebistana Siûdî dijîn bin, da ku rê û resmên Hecê di nava tenduristî, ewlehî û aramiyê de pêk werin.

(bx)