Di çarçoveya însiyatîfa ‘Pêşeroj diaxive’ de xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da

Îro xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dagirkeriyê bibin yek.

Di çarçoveya însiyatîfa ‘Pêşeroj diaxive’ de xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da
12 hezîran, 2021   12:23
KOBANÊ

Xwendekarên Zanîngeha Rojava di 25`ê Gulanê de însiyatîfek bi dirûşma “Pêşeroj diaxive” bi daxuyaniyekê ragihand. Her wiha diyar kiribû ku ji vê însiyatîfê armanc dike siyasetên dagirkeriya Tirk eşkere bike û belge bike. Têkilî bi xwendekarên hemû cîhanê re deynin da ku sûcên li dijî jinan tên kirin, eşkere bibin.

Îro di vê çarçoveyê de xwendekarên Zanîngeha Kobanê li qada zanîngehê daxuyaniyek da. Bi dehan xwendekar tev lê bûn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Sultan Eto ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev demek e wek xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Suriyê me însiyatîfa bi navê `Pêşeroj diaxive` daye destpêkirin. Ev însiyatîf, weke ciwan û xwendekar bi roleke pêşengiyê û bi armanca li dijî faşîzm, olperestî, zayendperestî, netewperestî û hemû cûreyên desthilatdariyê derketiye rêkê.

Bêguman yek gelê ku ji van nêzîkatî û ferasetan êş û êşkenceya herî dijwar kişandiye gelê Kurd e. Di nava gelê Kurd de jî û bi giştî li Mezopotamya jî jin e. Dewletên dagirkerê Kurdistanê bi sedan sala ye ku vê faşîzmê li ser gelê Kurd û gelên bindest dimeşînin.

Yek ji van dewletan jî berdewamiya imparatoriya Osmanî ya zordar, dewleta Turkiye ya faşîst e. Dewleta Turkiye ji damezrandina xwe ve xwest ku hemû gelên Mezopotamya û Anatolya di qirkirinê re derbas bike. Di vî milî de gelek qirkirinên sor û spî yanî kuştina bedenî û çandî pêkanî. Lewre ev dewlet ji destpêkê ve weke komeke çete û faşîst tevgeriya. Îro jî bi hemû qirêjiya xwe û rûreşiya xwe ve li ber çavê cîhanê diyar û xuya ye. Her roj û her kêlî li ser rûpel û şaşeyan dizî, destdirêjî, komkujî, talankerî û faşîzma dewleta Turkiyê aşkera dibe. Bi sed milyar dolaran diziya keda gel û destdirêjiyên rûreşî û mafyagerî, rûyê rastîn ê Turkiyê ye.

Yek ji van tevgerên qirêj ên dewleta Turkiyê jî dagirkerî û diziya ku li ser Başurê Kurdistanê dimeşîne ye. Çawa ku di destana Gilgamêş de desthilatdarên Sumerî êrîş dibine ser pêşiyên Kurdan, dar û madenên wan didizin û komkujiyan dikin îro jî heman pratîk ji aliyê dewleta Turk ve pêktê. Dewleta faşîst a Turkiyê jî xwezaya Kurdistana Başur qetil dike, daran dibirre û didize. Ev yek li pêş çavên cîhanê pêktê. Mixabin desthilatdariya Hewlêrê jî mîna ku di destana Gilgamêş de Enkîdu ji êrîşkarên Sumer re alîkar e, ew jî ji dagirkerên Turk re alîkar in.

Jixwe ev çend sal in Turkiye bi hinceta ku gerîlayên PKK’ê li wir in êrîşeke berfireh tîne ser axa Başur. Lê herkes dizane ku ji dema Osmaniyan û heta niha desthilatdarên Turk, her tim êrîşî Kurd û Kurdistanê kirine. Di sedsalên borî de jî du pêşengên Barzaniyan ku her du jî navê xwe `Abdulselam` in, ji hêla Osmaniyan ve hatine darvekirin û qetilkirin. Her weha dema ku çend sal berê referandum ji bo serxwebûna Kurdistana Başur çêbû jî neviyên Osmaniyan dewleta Turk, bi debabayan ketin nava tevger û tehdîdan. Lê mixabin dema em îro dinêrin heman neviyên Abdulselam Barzaniyan îro destê xwe dikin destê kujer û qatilê xwe ku ew jî desthilatdarên Turk ên neviyên Osmaniyan in û êrîşan tînin ser şervanên azadiyê. Em weke ciwan û xwendekaran bang li hemû aliyên welatparêz dikin û dibêjin ku dem dema yekîtiyê ye. Bila tu kes xwe bi hesabên biçûk û berjewendiyên teng nexapîne. Lewre ji berê de pêşiyên me gotine ku `rih dibe bost lê dijmin nabe dost’` Em dibêjin hemû Kurdên welatparêz û dilxwazê yekîtiyê, hêza xwe bikin yek û li ser esasê dostaniya gel û civakan em li hember faşîzm û desthilatdariyên qirêj têbikoşin û bi ser kevin.

Bêguman azadî û heqîqet wê bi ser keve. Lê ev yek ji ber xwe ve pêk nayê. Ji bo vê yekê pêwîste hemû welatparêz, azadîperwer û mirovperwer li hember vê faşîzm û hovîtiyê yekîtiya xwe çêkin, parastina xwe ya rewa û cewherî nîşan bidin.

Em weke ciwan û xwendekarên inisiyatifa `Pêşeroj diaxive` bang li hemû mirovatiya azadîxwaz û Kurdên welatparêz dikin ku di vê dema dîrokî de zengilên xeteriyê bibihîzin, têkevin nava tevgerê û nehêlin faşîst û xiyanetkar armanca xwe pêk bînin.

Ji bo Kurdistaneke azad, bi dar û ber û hêşîn û ji bo cîhaneke rengîn bila pêşeroj biaxive û tev bigere.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z8TjpaqLqS8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>