Rûsya: çekdarên li Idlibê êrişên li dijî hêzên hikumeta Sûriyê zêde kirine

Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê çeteyan derbasî gundên Mecdeliye û San dike.

Rûsya: çekdarên li Idlibê êrişên li dijî hêzên hikumeta Sûriyê zêde kirine
12 hezîran, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Rêveberiya Navenda Himêmîm ê Lihevanîna Aliyên Dijber li Sûriyayê ku girêdayî Wezareta Parastina Rûsyayê, Vadim Kolet wiha got:"Rêbazên çavdêriyê diyar dike ku komên çekdar ên neqanûnî li başûrê Idlibê, çekdar û erebeyên zirxî dibe gundên Mecdeliye û San ên Idlibê."

Kolet destnîşan kir ku li gorî ku dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihandiy, hêzên hikumeta Şamê piştrast dike ku bûyerên êrişên dijwar ên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li dijî baregehan wan pêk tên, ji van gundên Mecdeliye û San derdikevin.

Navenda Himêmîm da zanîn ku di 24 seatên dawîn de çeteyên Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê de ye, 38 li dijî herêmê topbaran pêk aniye.

(dm)