Li Iraqê xwepêşendêr kevir avêtin karwanê El-Kazimî

Îro karwanê serokê hikumeta Iraqê Mustefa El-Kazimî ku serdana parêzgeha Zî Qar kir, ji aliyê xwepêşandêran ve rastê êrişa bi keviran hat.

Li Iraqê xwepêşendêr kevir avêtin karwanê El-Kazimî
12 hezîran, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke xwepêşandêran bi keviran êrişî karwanê El-Kazimî kir û bi vê yekê  nerazîbûnên xwe yên li hemberî rewşa li parêzgehê rave kirin.

El-Kazimî îro di saetên sibê de gihaşt Zî Qar da ku tev li merasîma vekirina gelek projeyên xizmetguzariyê di nav de nexweşxaneya El-Nasriye ya perwerdeyê û pira Zî Qar û danîna kevinê bingehîn ê projeya pêşxistina balafirgeha El-Nasiriye ya navneteweyî, bibe.

 (bx)