Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir û bi dehan birîndaran kir

Li Filistînê meşek li dijî projeyên avakirina yekîniyan li bajarokê Beyta yê nêzî Nabulsê yê Xezayê li dar ket, di meşê de artêşa Îsraîlê gule li welatiyan reşandin, di encamê ciwanekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir û bi dehan birîndaran kir
11 hezîran, 2021   19:02
XEZA

Li gorî çavkaniyên tenduristî yên filistînî, ciwanê hatiye qetilkirin, Mihemed Seîd Hemayil (15) ji bajarokê Beyta ye.

Heman çavkanî destnîşan kir ku di meşa welatiyan a li dijî avakirina yekîniyên niştecihî li çiyayên Sibêh ên bajarokê Beyta de, artêşa Îsraîlê bi dehan welatî birîndar kirin.

Îsraîlê hewl dide li çiyayên Sibêh ên bajarokê Beyta yekîniyên niştecihî ava bike, li hember wê welatiyên bajarok daketin qadan û pevçûn li herêmê hene.