El-Ewnî: Erka xweparastinê erkeke mirovî û exlaqî ye ku divê hemû pêk bînin

​​​​​​​Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbicê Hisên El-Ewnî got: "Erka xweparastinê erkeke mirovî û exlaqî ye û divê hemû wê pêk bînin. Xweparastin jî mafeke rewa ya civakê ye."

El-Ewnî: Erka xweparastinê erkeke mirovî û exlaqî ye ku divê hemû pêk bînin
12 hezîran, 2021   01:49
MINBIC

Der barê daxwazên hinek aliyan ku qanûna erka xweparastinê betal bibe de, hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbicê û Gundewarên wê Hisên El-Ewnî got: “Divê hemû endamên civakê bi taybet herêmên ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin erka xweparastinê pêk bînin.”

El-Ewnî wiha domand: “Çer ku metrisî li ser gelê herêmê heye, divê em parastina vê xakê ku bi saya şehîdan ji qirêjiya terorê hatiye rizgarkirin bikin û parastina wê jî erkeke pîroz e."

Der barê girîngiya pêkanîna erka xweparastinê de El-Ewnî diyar kir ku divê ciwanên her herêmekê herêmên xwe biparêzin çi Minbic an jî Tebqa yan jî Reqa yan jî Dêrazor û got: “Ev erka hemûyan e.“

El-Ewnî wiha pê de çû: “Hîna xetereya dijminan li ser herêmên me heye ku ewlehiya li herêmê ne li kêfa wan e. Ji ber wê hewl didin gel provakator bikin.”

Her wiha piştrast kir ku ew bi alîkariya gelê xwe herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin diparêzin.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbic û Gundewarên wê Hisên El-Ewnî di dawiyê de got: "Xweparastin gelek girîng e ku ev war bi saya xwîna şehîdan ji terorê hat rizgarkirin. Gelek destên kirêt hene ku hewl didin tevliheviyê derxin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HtSfyxznP6g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>