​​​​​​​Şêniyên herêma Cizîrê bang li PDK'ê kirin ku hêzên xwe ji qadên gerîla vekişînin

Şêniyên herêma Cizîrê bang li PDK'ê kir ku destê xwe nexwe rijandina xwîna kurdan û hêzên xwe ji Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne.

​​​​​​​Şêniyên herêma Cizîrê bang li PDK'ê kirin ku hêzên xwe ji qadên gerîla vekişînin
11 hezîran, 2021   14:02
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Piştî ku dewleta Tirk di ketina Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi ser neket, berê hêzên PDK'ê da herêmê da ku li şûna wê şer bike. Gelê Kurd li hemberî vê nêzîkatiyê PDK'ê bertek nîşan didin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku hêzên xwe ji qadên gerîlayê vekişînin, her wiha hişyarî dan ku şerê birakujiyê nekin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên herêma Cizîrê name ji PDK'ê re şandin û jê xwestin ku ji gerîlayên azadiyê re bibe destek û ji hev re li hemberî dijmin şer bikin.

' DIVÊ XWÎNA KURDAN BI DESTÊ KURDAN NEYÊ RIJANDIN'

Şêniya bi navê Hediya Mihemed anî ziman ku pêvajoya heyî hewcedarî hevgirtin û yekitiya kurdî ye û diyar kir ku sedema nepêkanîna yekitiya kurdî bandora dewleta Tirk li PDK'ê ye.

Hediya Mihemed bang li hêzên pêşmerge kir ku hişyar bin, bi lîstokên Tirkiyê neyên xapandin û got: "Divê xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin.

Şêniyê bi navê Nîzamedîn Hisên jî diyar kir ku helwesta şêniyên Rojava eşkere û zelal e ku li hemberî dîktator Erdogan û partiya wê destekê didin gerîlayên li çiyayên Kurdistanê.

Hisên bang li PDK'ê kir ku ji xeta xiyanetê derkeve û hêzên xwe ji çiyayên Kurdistanê vekişîne û wiha domand: "Li pey armancên dewleta Tirk a ku hewl dide Kurdan li hemberî hev bide şerkirin, nekevin. Em li dijî şerê birakujiyê ne, Tirkiyê dixwaze kurdan û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê yên ku hebûna me ji Tirkiyê diparêzin, qir bike."

Hesen destnîşan kir ku Pêşmerge Kurd in, divê nekevin bin bandora malbata serwer a li Başûrê Kurdistanê ku xiyaneta li gelê Kurd dike, bi gelê xwe re bin.

Dayika gerîlayekî HPG'ê, Minîca Heyder bi bîr xist ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û civaka navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê bêdeng in, ev bêdengî dide nîşandan ku ew jî di van êrişan de beşdar in.

Minîca Heyder bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li dijî gerîlayan û diyar kir ku ev siyaset qirêj û xiyaneteke li gelê Kurd e, di heman demê de dikeve xizmeta dijmin. Minîca bang li PDK'ê ku dev ji van siyaetan berde.

'EM NAHÊLIN ÊRIŞÎ EWLADÊN ME BIKIN'

Dayika gerîlayê şehîd, Minîca Heyder bi domdarî got: "Me zarokên xwe şandin rêya rûmetê da ku sînorê Kurdistanê biparêzin. Em nahêlin ku PDK'ê êrişî ewladên me bike."

' KURD SERÎ JI SIYAETÊN WE RE DANAXÎNE'

Şêniya bi navê Rodîn Îsa bang li PDK'ê kir ku destê xwe nexe rijandina xwîna kurdan û got: "Kurd êdî ne yên berî ne ku serî ji siyasetên we re daxîne. Divê pêşmerge bizanibe ku yên ku parasatina wan dikin gerîla ne."

Rodîn Îsa bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên qirêj û hevkariya PDK'ê ya bi Erdogan re bisekinin.

Şêniya bi navê Ayhan Murad jî got: "Heger Kurd nebin yek wê dewleta Tirk dawî li me bîne, ji ber ku dewleta Tirk ferq û cûdahiyê naxwe navbera pêşmerge û gerîla. Dewleta Tirk Kurd, Ereb û Suryan nas nake û got, ew ê her kesên ku banga mafên xwe dikin, tune bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kjG5N08QuTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>