AIDL: Girtina çalakgerên me binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Hevpeymana Navneteweyî (AIDL) ji ber ku du çalakgerên wan ji aliyê PDK’ê hatine girtin nerazîbûn nîşan da. Hevpeymana Navneteweyî bang li NY û YE kir ku bila li ser vê meseleyê lêpirsînê bidin destpêkirin.

AIDL: Girtina çalakgerên me binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
13 hezîran, 2021   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser gel lêbikolin, du çalakgerên Hevpeymana Navneteweyî (AIDL) duh ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn girtin. AIDL nerazîbûn nîşanî rewşê da û bang li NY û YE kir ku bila li ser vê meseleyê lêpirsînê bidin destpêkirin.

AIDL’ê li ser girtina çalakgerên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 12’ê Hezîranê de heyeta me ya ji bo lêkolîna mafên mirovan a li Başûrê Kurdistanê li balafirxaneyê ji aliyên hêzên ewlekariyê hatin girtin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin.

Em vê rewşa şerm wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibînin û ji hikumeta herêma Kurdistanê dixwazin ku bila vê rewşê zelal bikin.

Ji ber vê rewşê em ê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî agahdar bikin û ji wan bixwazin ku bila vê rewşa şerm lêkolîn bikin.

Hevpeymana Navneteweyî – AIDL ji bo lêkolîna mafên mirovan diçe gelek qadên dinyayê yên şer lê hene.”

Hevpeymana Navneteweyî – AIDL di statuya şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî de ye û li Parîs, Cenevre, Bruksel û New Yorkê buroyên wan hene. Vê saziya navneteweyî ji bo lêkolîna mafên mirovan, binpêkirina azadiyê û parastina azadiya mirovan dixebite.