Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye

Beşdarên "Meşa Rûmetê'' ya li dijî xiyanet û dagirkeriyê diyar kirin ku li dijî hevkarî û êrişên dagirkeran divê her kes helwesta xwe zelal bike.

Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye
Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye
Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye
Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye
Meşevanên Meşa Rûmetê: Gerîla gel e gel jî li qadê ye
11 hezîran, 2021   09:58
QAMIŞLO

Duh bi dehhezaran şêniyên herêma Cizîrê Kurd, Ereb, Suryan li bajarê Qamişlo li dijî xiyanet û dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê "Meşa Rûmetê'' li dar xistin. Hunermend û endamên partiyan di meşê de helwestên xwe raber kirin ku hevkarî û dagirkerî bi dawî bibe.

`WÊ XETA BERXWEDANÊ BI SER BIKEVÊ`

Endamê Meclisa Malbata Şehîdan a Qamişlo Elî Omar li dijî hevkariya PDK û AKP'ê helwestên xwe anî ser ziman û diyar kir ku hevkariya wan bi ser nakeve û got: “Divê gelê me yê Kurd li dijî hevkariya AKP û PDK di malên xwe de nemînin. Her dem xeta xiyanetê û berxwedanê bi hev re meşiyane, lê wê xeta berxwedanê bi ser bikeve.”

Omer da xuyakirin ku PDK û AKP bi dehan salan hewl didin ku gelê Kurd tune bikin, lê gelê Kurd li dijî vê her li ber xwe da û wê li ber xwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro bi sedhazaran derketine qadan û li hemberî vê hevkariyê helwesta xwe diyar kirin. Ev şerê li Başûrê Kurdistanê ku li dijî gerîlayên azadiyê pêk tê encama komploya hevkaran e.”

Omer da zanîn ku ew her dem amade ne ku gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin û PKK'ê tune bikin û got: "Lê belê îro gelê me piştgiriya şervanên xwe dike û wê vê piştgiriyê bidomîne heya ku  AKP`ê  vala derbixîne. Di dawiyê de dê AKP'ê li derdora xwe tu kesî nebîne.”

Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk Lorens El-Cerba diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: “Dewleta Tirk a hovane ku ji nirxê mirovahiyê dûr e,  êrişên nijadperestî dide meşandin. Dewlet Tirk dixwaze Osmaniya nûjen ava bike. Em hemû şêniyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişan derketine qadan.”

Derhêner Şêro Hindê diyar kir ku ev hewldanên qirkirinê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin hewldanên qirkirina çandî, fizîkî, xwezayî ye û bi dehan salan dide meşandin û wiha got: “Li dijî van qirkirinan divê hemû hunermend, nivîskar û hêzên siyasî van êrişan şermezar bikin û li dijî wan derbikevin. Yê ku bi dijmin re kî ye û yê li dijî wî disekinê kî ye divê  em hemû baş bizanibin.”

Hindê da zanîn ku ew wekî hunermendên Saziya Pargîn a Tev-Çandê bi gerîla re ne û wiha got: “Divê hêzên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û helwest nîşan bidin. Divê PDK'ê li civaka gelê Kurd guhdar bike.”

Endama koordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mihemed jî da xuyakirin li dijî dagirkeran hêza gerîla her diçe xurtir dibe û wiha  got: “Em jî ji bo piştgiriya gerilayên berxwedêr derketin qadan. Gel gerîla ye gerîla jî li vê qadê ye. Em her tim xwedî li gerîla derbikevin. Bijî berxwedaniya Bazên Zagrosê. "

ANHA