Washington: Me kirîna S-400’an ji hêla Enqereyê ve, qebûl nekiriye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku kirîna Enqereyê ya pergala parastinê ya hewayî ya Rûsyayê S-400, qebûl nekiriye.

Washington: Me kirîna S-400’an ji hêla Enqereyê ve, qebûl nekiriye
11 hezîran, 2021   10:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de ku duh li dar ketibû, got: “Me tu helwestek nîşan neda ku em amade ne kirîna pergala S-400’an ji aliyê Tirkiyê ve, qebûl dikin. Ez careke din dubare dikim ev yek ne li gorî sîfeta Tirkiyê ya hevalbendiya NATO`yê ye.“

Price diyar kir ku S-400 ne li gorî amûrên leşkerî yên NATO`yê ne û li ser teknolojiya NATO`yê xetere ye. Her wiha destnîşan kir ku wan Tirkiye di vî warî de hişyar kiriye ku pergalê wernegire.

(şx)