Rojnameyên erebî: Rûsya li bakurê Sûriyê fişarê li Tirkiyê dike

Çavdêr diyar dikin ku êrişên dawîn ên Rûsyayê yên li bakurê Sûriyê peyameke zextê ya li dijî Tirkiyê ye. Hemasê jî ragihand ku ew amade ye dan û standinên pevguhertina dîlan li Qahîreyê temam bike.

Rojnameyên erebî: Rûsya li bakurê Sûriyê fişarê li Tirkiyê dike
11 hezîran, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der barê dosyaya Sûriye, Filistîn û aloziya bendava El-Nehdayê de nivîsandin.

`BERIYA LÛTKEYA BIDEN-ERDOGAN RÛSYA ASTA ÊRIŞAN LI BAKURÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKE`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Rûsya beriya hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Brukselê di duşema bê de û lûtkeya bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li Cinevê çarşema bê, ji bo nîqaşkirina gelek dosyayan di nav de jî dosya Sûriyê, topbarana li ser başûrê Idlibê zêde kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji 5 rojan ve hêzên hikumeta Şamê hemwextî êrişên balafirên Rûsyayê başûrê Idlibê topbaran dikin. Hêzên hikumeta Şamê erebeyeke ku li nêzî malekê li bajarokê Iblînê yê başûrê gundewarên Idlibê kir hedef. Dema çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên din gihaştin wir, careke din bi moşekekê kir hedef. Di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin, di nav de 3 çeteyên Tehrîr El-Şam jî hebûn.

Li gorî pêşbiniyên çavdêran, ihtîmal heye ku hikumeta Şamê û Rûsya asta topbarankirin û bombebarankirina deverên li başûrê Idlibê bilind bikin. Armanca vê ew e ku zextê li Tirkiye bikin da ku derbasî herêmên çiyayê El-Zawiye yê başûrê Idlibê bibin û nehêlin alîkarî bi rêya dergehên sînor ên bi Tirkiyê re derbasî wê herêmê bibe.

Tê payîn dema ku biryara navneteweyî ya derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya sînorên Tirkiyê di 10`ê meha bê de bi dawî bibe. Amerîka jî hewl dide 2 dergehên din bi Tirkiye û Iraqê re veke.”

`LIHEVKIRINA PEVGUHERTINA DÎLAN BI HEMASÊ RE BI GIRÊDAYÎ GUHERÎNA SIYASÎ YA LI ÎSRAÎLÊ YE`

Di kar û barên Filistînê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Haya tevgera Hemasê ji xetereya guhertinên siyasî yên nexşerêya Îsraîlê li ser lihevkirina pevguhertina dîlan heye ku bi rêya wê dixwaze destkeftiyên din ji şerê dawî yê li Xezayê bi dest bixe. Her wiha diyar kir ku ew dixwaze bi rêya dan û standinên avaker li Qahîreyê wê lihevkirinê temam bike.

Çavkaniyên filistînî destnîşan kir ku şandeyeke leşkerî ya tevgerê bi serkêşiya Merwan Îsa û serokerkanê tugaya Izedîn El-Qesam baskê leşkerî yê tevgerê, gihaşt Qahîreyê.

Hikumeta Misirê ji destpêka bidawîbûna şerê li Xezayê di 21`ê Gulanê de hewl dide lihevkirina pevguhertina dîlan temam bike. Misirê di vî warî de pişta xwe da erêkirin û desteka siyasî ya rêveberiya Amerîkayê da ku vê hewldanê temam bike."

`DOSYAYA BENDAVA EL-NEHDAYE NE ZELAL E`

El-Beyan têkildarî bendava El-Nehdayê wiha nivisî: “Dosyaya El-Nehdayê hîna ne zelal e, nexasim ku her sê alî negihaştin lihevkirinekê ku mafên Etiyopyayê di geşepêdanê de, mafên Misir û Sûdanê yên dîrokî di ava Nîl de diparêze.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a Misir û Sûdanê ku piştî civîna wezîrên derve û avdanê yên her du welatan li Xertûmê di pratîkê de lihevkirin gihaştiye asteke xitimandî. Her du welatan di daxuyaniyê de îşaret bi pêwîstiya mudaxeleyeke navneteweyî kir da ku rê li pêşiya metirsiyên berdewamkirina Etiyopyayê ya siyaseta xwe ya yekalî bigirin ku ragihand dê bendavê di mewsima lehiyan a bê de dagire bêyî ku berjewendiyên Misir û Sûdanê di ber çavan re derbas bike.”

(şx)