Li gel provokasyona nû ya Îxwanî têkiliyên Misir-Tirkiyê ber bi ku ve?

Lêkolîner û rojnamegerên misirî diyar kir ku dewleta Tirk rê da Îxwanan ku kanala xwe vekin û li dijî Misirê propagandayê bikin, her wisa destnîşan kir ku ev nakokî ye û got “Ev nakokî dê bibe sedem ku gera dan û standinan dereng bimîne. Pêwîstiya Misirê bi baweriyeke ji vê zêdetir heye û divê Tirkiye cidîbûna xwe îsbat bike.”

Li gel provokasyona nû ya Îxwanî têkiliyên Misir-Tirkiyê ber bi ku ve?
11 hezîran, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ-EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk bi rêya sultanê xwe yê Osmanî daxuyaniyan dide ku dixwaze Misirê, gel û hikumeta wê razî bike. Têkildarî mijarê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî got: “Misir ne dewleteke normal e. Li cem Enqereyê derfetên hevkariyê yên cidî bi Qahîreyê re li herêmeke fireh a rojhilatê Deryaya Spî heta Lîbyayê hene.”

Erdogan îdia kir ku ew ji gelê Misirê hez dike û got: “Li aliyê çandê têkiliyên xurt di navbera me de hene. Ji ber wê em israr dikin ku xeteke nû dest pê bikin.” Her wiha diyar kir ku çaranûsa her du gelan yek e. Lê wî komkujiyên pêşiyên xwe yên Osmanî yên li Misirê di Çileya 1517`an de derbasî Misirê bûn, ji bîr kirin.

Li gorî dîroknasê misirî Mihemed Bin Iyas di pirtûka xwe de ya bi navê “Bedeê El-Zhûr fî Weqaê El-Dihûr’ de wiha nivîsandiye: “Xelkê Misirê azareke mîna wê nekişandiye.” Her wiha bûyerên ku di wê demê de li Misirê rû dane, mîna ku leşkerên Hûlako li Bexdayê kirine, wesif kir. Di mijareke din de ji heman pirtûkê Bin Iyas dibêje: “Li Qahîreyê musîbeta herî mezin çêbû ku kesekî pê nebihîstiye. Heta ku dema Emr Bin El-As derbasî Misirê bû ew qas hovîtî mîna ya Osmaniyan nekir.”  Bi van gotinan dîroknasê misirî roja ku Osmanî bi serkêşiya Selîm Xan derbasî Misirê bûne, diwesifîne.

Di nakokiyeke din de di navbera gotin û kirinên Erdogan de kanalên Îxwanan careke din ji Tirkiye dest bi weşanê kir. Ev yek neduristbûn û necidîbûna Erdogan di mijara başkirina têkiliyan de bi Misirê re eşkere kir. Ev yek piştrast dike ku Tirkiye vê kaxizê bi kar tîne da ku di gera dan û standinê ya bê de fişarê bike.

`ÎXWAN KAXIZA ZEXTÊ NE`

Li gorî çavdêran, Tirkiye Îxwanan wek kaxizeke zextê li dijî Misirê bi kar tîne. Hewl dide bi awayekî kirêt û xebîs nêzî Misirê bibe û peyama xwe ragihîne ku `heke hûn şertên me qebûl nekin propagandaya nebaş dê dîsa vegerin.`

Tçkildarî nakokiyan di daxuyaniyên Tirkiye yên dostanî û êrişên Îxwanan ên li dijî Misirê de çavdêran diyar kir ku ev yek plankirî ye û di navbera ev koma terorîst a li gelek welatên erebî û cîhanê wek rêxistineke terorîst hatiye sinifandin û hikumeta Tirkiye de, koordînekirî ye.

`BENDAVA EL-NEHDAYÊ Û DOZA FILISTÎNÊ DERIYÊ ÊRIŞÊ YE`

Girêdayî heman mijarê rojnamegerê misirî Mihemed Nasir di bernameya xwe de ya bi navê `Kolana Misirê` ya li ser kanala `Mikemlîn` tê weşandin, aloziya bendava El-Nehdayê û guhertinên di rêveberiya çapemeniyê ya Misirê de çêbûne, bi kar anîn û wek deriyekî guncaw dît ku ji nû ve êrişî dewleta Misirê bike û di gelek dozan de Misir bi gendeliyê tawanbar kir. Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku ev rojnameger ji dawiya Adara borî ve piştî civîna Tirkiye bi serok û mudirên kanalên Îxwanan re yên li Tirkiyê weşanê dikin, nedixuya.

Kanal El-Şerq jî, bernameyên nû amade kirin ku heman rêbaza sorkirinê û provokatîf bi kar tîne. Têgehên mîna pergala Misir û dan û standina wê ya bi geşedanên dawîn re bi `derbe` û `leşker` wesif dikin bi kar tîne.

Li rex wê jî kanalên Îxwanan di çend rojên dawîn de li dijî rola Misirê ya bidawîkirina êrişa Îsralê ya li dijî Xezayê bername weşandin. Hikumeta Misirê bi pêkanîna koordîneyê bi Îsraîlê re da ku ji çeka berxwedanê xilas bibe, tawanbar kir. Lê rola Qahîreyê ya di doza Filistînê de xîtaba Îxwanî vala derxist.

`TAKTÎK NE STRATEJÎK E`

Gerînendeyê Navenda Lêkolîn û Nirxandinan a Erebî Hanî Silêman der barê tevgerên provokator ên Îxwanan ên li dijî Misirê de got: “Biryara agirbestê ya têkildarî kanalên Îxwanan ji destpêkê ve taktîkî bû û ne stratejîk bû. Yanî ew di destê dewleta Tirk de amûrek in da ku aliyê Misirê bide qebûlkirin ku têkiliyan mîna berê vegerîne. Lê ew ne xwesteka Tirkiye ya guhertina gera têkiliyan e. Heke ev lihevhatin bi ser neket, dibe ku Tirkiye asta vê êrişê, hedefgirtnê û neyarkirinê li dijî Misirê zêde bike.

Silêman di hevpevîneke taybet li gel ajansa me de got siyaseta çapemeniyê ya Tirkiye taktîkî demkî ye da ku sînaryoyan û derfetên vegera têkiliyan bixwîne. Lê ew ne têgihiştinek û daxwazeke rastî bûn.

`ŞAŞTIYEKE GERA DAN Û STANDINAN DIGUHERE`

Silêman dualiya Tirkiye destnîşan kir û da xuyakirin ku Enqere heta ku pêşketineke tam tune be yan jî nuqteyên bi nakok derbas nekirbe û eger niyeta wê ya lihevhatinê rast e venagere provokasyonan an jî nahêle ew kanal dîsa êrişî Misirê bikin. Lê ev provokasyon di vê demê de û li gel van şert û mercan dihêle ku aliyê Misirê bi awayekî cidî li niyeta Tirkiyê ya vegerandina têkiliyan û derbaskirina pêvajoya berê bifikire. Lê vê carê Tirkiye şaştiyeke mezin dike û derfetên lihevhatinê kêm dike.

Her wiha Silêman ev yek lê zêde: “Aliyê Tirk bi hinceta ku ev kanal rasterast dewlet û rejîma Tirk îfade nake diaxive û weke ku jê cuda ne tev digere. Lê bi awayekî eşkere tê zanîn ku ew li gorî siyaset, plan, perspektîfên ewlehiyê yên Tirk kar dikin. Yanî tu cudabûn tune ye, ew bi awayekî sereke û mezin pê ve girêdayî ne. Heke hat gotin ku bi temamî ne girêdayî wê ye yan jî azadî heye helbet ev tişt nayê qebûlkirin. Ji ber ku diyar e ew girêdayî desthilata Tirkiyê ye û li gorî perspektîfên wê weşanê dike. Yanî ev tevger û êriş di vê demê de bandorê li lihevhatinê û gera wê dike ji ber ku tu cudabûnek di navbera wan kanal û rejîma Tirkiye de tune ye.”

Li gorî pêşbiniyên Silêman piştî vê êrişê ti sînaryoyên nîvteqez tune ye ku dê gerên têkiliyên di navbera Misir-Tirkiyê de aram bin. Ji ber ku gelek doz û dosyayên bi nakok hene. Hinek daxwazên Misirê hatin bersivandin lê hinek din hîna di nirxandinê de ne. Lê li gorî ku hatiye gotin û fikira hebûna baweriyekê heta ku di asta herî nizm de be, di vê kêliyê de pêwîst e. Provokasyona kanalên Îxwanan di vê demê de baweriyê û ewlehiya di navbera her du aliyan de qut dike. Ev tê wateya ku bi awayekî neyînî bandorê li gera dan û standinan bike yanî Tirkiye berpirsa vê şaştiyê ye.

CEMIDANDINA DAN Û STANDINAN

Silêman diyar kir ku ev yek dê bihêle gera dan û standinan dereng bimîne û pêwîstiya aliyê Misirê bi baweriyeke bêtir heye ku divê Tirkiye cidîbûna xwe li ser erdê îsbat bike. Divê bi lez bersivê bide. Dibe ku ev yek lihevkirinan dereng bixe û bi awayekî neyînî bandorê li têkiliyên Misir-Tirkiye bi giştî bike, ji ber wê pêvajoya bê gelekî zehmet e.

Her wiha Silêman destnîşan kir ku dibe ji ber xemsariya Tirkiyê ya li hemberî şertên Misirê bi taybet ku Misir di vê gerê de aliyê xurt e, dan û standin werin cemidandin. Tirkiyê gelek dixwest ev têkilî vegerin da ku hinek destkeftiyan careke din bi dest bixe piştî ku gelek tişt winda kirin yanî li ser vê astê Tirkiye windakiriya herî mezin e.

(şx)

ANHA