`Divê xwedîderketina li berxwedana gerîla zêdetir bibe`

Hevserokên meclisên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku her sistahiyek di piştgiriya ji berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya Tirk de dê çarenûsa Kurdan bixe xeteriyê û bang li PDK`ê kirin ku hevkariya xwe bi dagirkeran re rawestîne.

`Divê xwedîderketina li berxwedana gerîla zêdetir bibe`
11 hezîran, 2021   05:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman piştgiriya PDK`ê ya ji dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got, nêzîkatiya PDK`ê şermeke.

Xebat Silêman ev lê zêde kir:"Armanca Tirkiye ew e ku pêkhateyên heyî qir bike û sînaryoya komkujiya Ermenan a berê dubare bike, di heman demê projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan ku li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketine, derbe bike."

Silêman da zanîn ku gelê herêmê û pêkhateyên kantona Hesekê bi taybet, asta xeteriya êrişên artêşa Tirk a dagirker dizanin.

DIVÊ ASTA TÊKOŞÎNÊ WERE BILINDKIRIN

Silêman bang li gel kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku sînaryoyên berê wekî dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif hevkariya PDK`ê ya ji dagirkeriya Tirk re bi "Xiyanetê" wesif kir û got: "PDK`ê bi piştgiriya dagirkeriya Tirk û Erdoganê ku hewl dide bi êrişên xwe û siyasetên xwe Kurdan qir bike, careke din gog vegerand."

Perwîn Yusif ev li gotina xwe zêde kir: " KCK`ê li dijî siyasetên PDK`ê ya hevkriya bi dewleta Tirk a dagirker re banga serhildanê kir, em ê her tim amade bin û heta pêkanîna yekitiya kurdî li qadan bin, erda Kurdistanê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar bikin û piştgiriya berxwedana li çiyayên Kurdistanê yên azad bikin ku ji aliyê gerîlayên HPG`ê pêk tê."

DIVÊ BI LEZ KONGREYA NETEWEYÎ WERE LIDARXISTIN'

Perwîn Yusif hişyarî da ku her pêşveçûneke ya hêzên dagirkeriya Tirk li dijî gerîlayan dê li ser gelemperiya Kurdistanê û destkftiyên gelê Kurd ê Başûrê bi taybet xeter be û got: "Xeterî li ser destkeftiyên dîrokî yên kurdan hene, êrişên Tirkiye ne tenê Partiya Karkerên Kurdistanê dike armanc, di heman demê tevahiya Kurdistanê dike armanc. Ji lew re divê Kurd tev li çalakiyan bibin da ku xiyanetê û dagirkeriyê bisekinînin."

Perwîn Yusif bang li tevahiya Kurdistanê kir ku li dijî xiyanetê û dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin û di zûtirîn dem de kongreyekî neteweyî li dar bixin da ku rê li pêşiya avakirina yekitiyê vekin.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed axivî û ev derbirî: "Dewleta dagirker a Tirk hewl dide fitneyê di navbera Kurdan de derxe, da ku li herêmê berjewendiyên xwe pêk bîne, ji lew re divê li dijî dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin, piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û nekevin xefa berjewendiyên dijmin da ku xwestekên gelê Kurd misoger bikin."

Leyla Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê dike armanc, cudabûnê naxe navbera Kurdan, armanca wê têkbirina Kurdan a li her deverê ye, li aliyekî din jî di demên dawî de hewl dide fitneyan di navbera Kurdan de derxist da ku bi destên Kurdan armancên xwe yên li herêmê pêk bîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo îşaret bi xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê kir ku dibe guhartina demografiyê lê çêbibe û bi darê zorê niştecih werin koçberkirin.

Elo ev nirxandin kir: "Tirkiye ne tenê Kurdan dike armanc, lê belê tevahiya pêkhateyên li van herêman dike armanc, xiyaneta PDK`ê ya li hemberî Kurdan dê nekeve xizmetê wê ji ber ku Tirkiyê îtîrafê bi hebûna Kurdan nake."

Elo di dawiyê de bal kişand ser helwesta gelên kantonên Efrîn û Şehbayê û ev şîrove kir: "Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê amade ne li dijî planên têne kirin, bisekinin û em ê li dijî vê dagirkeriyê her tim bi rêxistinkirî bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WADDZLBy_WM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hrmxDmEP8hs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H0VeddidNP4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X3uilbjkpVo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>