Di encama teqîna li Minbicê de gelek sivîl birîndar bûn

Di encama teqîna mayîna li Minbicê de, gelek sivîl û Hêzên Hawarî birîndar bûn û gelek zirar gihaştin motorsiklêtan û erebeya Hêzên Hawarî.

Di encama teqîna li Minbicê de gelek sivîl birîndar bûn
10 hezîran, 2021   21:23
MINBIC

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der bare teqîna ku vê êvarê li Minbicê bûye daxuyaniyek da û encamên wê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di saet 09:00’an vê êvarê de li nêzî mizgefta El-Fetih a li hember parka zarokan a li ser rêya Helebê ji aliyên rojavayê Minbicê ve , teqîneke çêbû.

Tîma bêbandorkirina mayînan berê xwe da cihê teqînê û hêzên me cih dorpêç kir ku tunebûna teqemeniyên din misoger bike.

Tîma bêbandorkirina mayînan, got mayîn li ber keviyên rê hatiye bicihkirin, da ku ereberiya Hêzên Hawarî hedef bigire.

Di encama teqînê de gelek sivîl û endamên Hêzên Hawarî birîndar bûn û ji wê zêdetirî jî zirarên madî gihaştin motorsiklêtan û erebeya Hêzên Hawarî."

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di çend rojên borî de kiryarên aliyên girêdayî hikumeta Şamê zêde bûn ku hewl didin ewlehî û aramiyê bajêr derbe bikin.

Endamê rêveber, destnîşan kir ku tîma bêbandorkirina mayînan a girêdayî hêzên wan gelek mayîn li gundê Meroh ên Minbicê di 6’ê Hezîranê de bê bandorkirin.

Endamê rêveber li dawiyê got divê şênî tiştên bigûman dîtin agahiyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn da ku parastina şêniyan û ewlehiya tevahî herêmê bikin.

ANHA