Hec Ferhan: Gerîla şerê hebûnê dimşîne divê em weke gel û partiyan xwedî lê derkevin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê got dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina Iraqê êrişî gerîla kir. Her wiha peyamek da hikumeta Başûrê Kudistanê û tê de got: “Divê hûn zanibin ku têkçûna gerîla tê wateya tunebûna hebûna Kurdan."

Hec Ferhan: Gerîla şerê hebûnê dimşîne divê em weke gel û partiyan xwedî lê derkevin
11 hezîran, 2021   00:34
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji 23`yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî wan êrişan gerîla berxwedaneke destanî nîşan dide. Wek her carê jî hikumeta Başûrê Kurdsitanê piştgiriya dagirkeriya Tirk dike. Hikumeta Iraqê jî bêdeng e û daxuyaniyên şermok li hemberî binpêkirina Tirkiye ya serdestiya Iraqê derdixe.

Têkildarî mijarê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan got: “Ji 50 salî ve dagirkera Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Şerê hêzên gerîla ya ku mafên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin, dike.”

`LIHEVKIRINA IRAQ Û TIRKIYE DIYAR E Û DAXUYANÎ TENÊ JI BO RAZÎKIRINA GEL E`

Hec Ferhan destnîşan kir ku ji helwesta şermok a hikumeta Iraqê diyar dibe ku bi Tirkiye re li hev kiriye ku şerê Kurdan û gerîla bike.

`DIVÊ KURD BIBIN YEK JI BER KU ŞER ŞERÊ HEBÛNÊ YE`

Hec Ferhan bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û helwestên wê yên piştevanê êrişan şermezar kir û got: “Em bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk li ser axa wê sûcan li dijî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê pêk tîne. Beyî ku helwestekê nîşan bide dewleta Tirk bi rihetî derbasî nava axa wê bûye. Êdî gelê Kurd hemû ji vî şerî diêşin.”

Hec Ferhan wiha domand: “Di vê pêvajoya hesas de, divê gelê Kurd û partiyên siyasî bibin yek. Divê gotina me yek be ji ber ku dewleta Tirk dijminê me yê yekê ye û li ku derê Kurd hebin hewl dide hebûna gelê Kurd tune bike û nasnameya wî biçewsîne.”

Her wiha Hec Ferhan piştrast kir ku divê partiyên siyasî yên her çar beşên kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin da ku karibin rê li pêşiya êrişên li dijî gel têne kirin bigirin.

`DIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VÊ RASTIYÊ NAS BIKE GER GERÎLA TÊK ÇÛ KURD JÎ NAMÎNIN`

Hec Ferhan di axaftina xwe de peyamek da hikumeta Başûrê Kurdistanê û got: “Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê baş zanibe ku dewleta Tirk ne tenê dijminatiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, lê belê dijminatiya hemû Kurdan dike. Divê vê rastiyê baş fêm bikin ku heke gerîla di vî şerî de bi bin keve ev tê wateya tunebûna hebûna Kurdan li her derê di serî de li Başûrê Kurdistanê.”

`GERÎLA BERXWEDANEKE DESTANÎ YA PÎROZ NÎŞAN DIDE'

Hec Ferhan behsa berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk kir û got: “Berxwedana gerîla ya li hemberî wan êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanî ya pîroz e. Divê partiyên siyasî û gelê Kurd bi giştî piştigiyê bidin vê berxwedanê."

Îsmaîl Hec Ferhan di dawiyê de ev gotin anî ziman: “Divê gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirk rabe ser pêyan. Dakeve qadan û dengê xwe ragihîna cîhanê û piştgiriya berxwedana gerîla bike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YzvDLawtbKA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>