‘Li Îmraliyê kiryar hene ku qanûnên taybet jî derbas dikin'

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Nagehan Avçil diyar kir ku li girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyê bêhiqûqî pir zêde bûne û got li Îmraliyê hin pratîk hene ku qanûnên taybet jî derbas dikin.

‘Li Îmraliyê kiryar hene ku qanûnên taybet jî derbas dikin'
11 hezîran, 2021   03:33
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Nagehan Avçil û hevseroka şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û bal kişand ser ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike.

/kr/uploads/files/2021/06/10/194617_gulseren-yoleri-foto.webp

Hevseroka şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Av. Gulseren Yolerî diyar kir ku wan ekîbeke çavdêriyê ya girtîgehan ava kiriye û got:  “Ev lêkolîn bi beşdariya saziyên ji herêmên cuda pêk tê. Ji bo bandora greva birçîbûnê ya li ser girtiyan, lêkolînkirina pirsgirêkên wan û tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bikin, em bi berfirehî dixebitin."

‘DIVÊ HER KES JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HESTIYAR BE’

Gulseren Yolerî wiha axivî:  “Wek parêzvanên mafên mirovan em grevên birçîbûnê ji tu girtiyan re pêşniyar nakin.  Ez dikarim bêjim ku gel naxwaze çalakiyeke mîna greva birçîbûnê pêk bê, lê ji bo kesên ku di greva birçîbûnê de ne bêhestiyariyek heye. Divê ev bêhestiyarî bê derbaskirin. Ji ber ku girtî dibêjin ji neçarî vê grevê dikin."

Gulseren Yolerî diyar kir ku girtiyan ji wan re gotiye ku ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, ketine grevê û diyar kir: "Girtî dixwazin ev îşkence bi dawî bibe. Ev îşkence ne tenê li Îmraliyê, li hemû girtîgehan û li me hemûyan tê kirin. Em dixwazin vê îşkenceyê derbas bikin. Me heta niha gelek çalakiyên hiqûqî pêk anîn, lê me tu encam jê negirt. Dibêjin ji ber vê yekê me dest bi çalakiyê kiriye."

'GIRTÎ BI BERXWEDANA XWE PEYAMEKÊ DIDIN'

Gulseren Yolerî diyar kir ku divê girîngî bi gotinên girtiyan bidin û got: "Ev yek di heman demê de peyamek e ji saziyên mafên mirovan û rêxistinan re. Ji ber ku li derve li dijî tecrîdê têrê nake, girtî çalakiyeke bi vî rengî dikin."

Gulseren Yolerî diyar kir ku di grevên birçîbûnê de peywireke mezin li ser milê wan e û wiha dewam kir: "Wek ÎHD me jî li herêma ku em lê kar dikin, armancek daniye ku li dijî tecrîdê dest bi xebatan bikin. Em amadekariya vî karî dikin."

Hevseroka şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji ber sedemên siyasî ye û wiha got: "Di warê cezayên muebbetê yên girankirî de jî, em dikarin behsa mafên civakî bikin. Mixabin li Îmraliyê pratîkeke taybet heye ku ev hemû tên astengkirin. Bê guman divê beriya her tiştî ev newekhevî ji holê bê rakirin û tecrîd bi dawî bibe."

Gulseren Yolerî diyar kir ku ew difikire ku bi hevdîtinên parêzer û malbatê yên li Îmraliyê re grevên birçîbûnê dikarin bi dawî bibin û got: “Heke hikumet bi tenê qanûnê bi cih bike, dikare dawî li greva birçîbûnê ya 6 mehan bê anîn. Lê belê hikumet bêçareseriyê didomîne. Li Îmraliyê pêvajoyeke siyasî tê birêvebirin. Ya ku em dixwazin bikin ew e ku balê bikişînin ser îşkenceya di nava tecrîdê de û newekheviya înfazan. Ji bo pêşî li van hemûyan bê girtin, hem di warê mevzûata qanûnî de, hem jî di warê pratîkên înfazê de, em timî dixebitin.”

‘BINGEHÊN TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ HATIN DANÎN'

/kr/uploads/files/2021/06/10/194642_nagehan-avcil-foto.webp

Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Nagehan Avçil jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û got: "Ez difikirim ku bingehên îxlalên mafan û tecrîda li girtîgehên Tirkiyê 22 sal e li girtîgeha Îmraliyê hene. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku 22 sal e li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke girantir e û bandor li hemû girtîgehan kiriye. Ev ramana hevpar a parêzeran û hemû kesan e ku di warê mafên mirovan de kar dikin."

Nagehan Avçil axaftian xwe wiha domand: "Birêz Abdullah Ocalan di nava 10 salên dawî de tenê 5 caran karî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Birêz Abdullah Ocalan di 7'ê Tebaxa 2019’an de hevdîtina xwe ya dawî ya bi parêzeran re pêk anî û di axaftina xwe ya dawî ya bi telefonê de got "Ez dixwazim bi parêzerên xwe re biaxivim." Piştî vê daxwazê, parêzerên li Tirkiyê li ser bidawîbûna tecrîda li girtîgeha Îmraliyê metnek amade kir û ev metn bi navê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, 768 parêzeran îmze li vê metnê da. Xuya ye li girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke gelekî berbiçav tê domandin."

'LI ÎMRALIYÊ PRATÎKEKE LI DERVEYÎ HIQÛQÊ HEYE'

Parêzer Nagehan Avçil diyar kir ku cezayên disîplînê nikarin pêşî li hevdîtina parêzeran bigirin û got:  "Qanûna li ser înfaza girtîgehê eşkere dike ku eger girtîyek bi tenê girtî be jî, tiştekî wiha nîn e ku bi parêzeran re hevdîtin neyê kirin. Di vê rewşê de em dibînin ku li girtîgeha Îmraliyê pratîkeke taybet û bêhiqûq heye."

Nagehan Avçil bi bîr xist ku li girtîgehan her tim li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê tên kirin û diyar kir û wiha pê de çû: "Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê ew e ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê bi dawî bibin. Lê tu çalakî ji aliyê hikumetê ve nayê kirin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê bi rêyên eşkere bi dawî nabe. Pêwîst e parêzer û rêxistinên mafên mirovan li dijî tecrîdê derkevin. "

Nagehan Avçil bi bîr xist ku li girtîgeha Îmraliyê bêhiqûqiyeke bêhempa heye û serlêdaneke taybet hatiye kirin û got: "Ji bo ku hevdîtin pêk neye, di her fersendekê de cezayên disîplînê dikin hincet, lê li pêşiya hevpeyvîna bi parêzer re tu astengiyeke wiha ya hiqûqî nîn e. Pêkanîna ceza û tedbîrên ewlehiyê yên girtiyan dibêje benda 5'an a xala 44'an a qanûnê ye û heta ku hucreyek bi tenê jî hebe, nabe asteng ku cezayê hucreyê bê nîqaşkirin. Xuya ye li vir bi awayekî zelal pratîkeke taybet e. Mafê telefonê ji dest tê girtin. Di vê xalê de dema bertek û zexteke gel hebe, hevdîtinên kurt vê bêhiqûqiyê çareser nakin. Ji ber vê yekê li girtîgeha Îmraliyê tu hiqûq tune ye."  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EfpBXrIJlNM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>