Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Divê şênî ji hewldanên derbekirina ewlehî û provaksyonan hişyar bin

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got di demên dawî de hin kes hene hewl didin ku ewlehiya bajêr têk bibin da ku xizmeta berjewendiyên ajandeyên derve bikin, ji lew re çekan belav dikin da ku li dijî hêz, şênî û saziyên wan bi kar bînin, ji lewma divê şênî li hemberî vê yekê hişyar bin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Divê şênî ji hewldanên derbekirina ewlehî û provaksyonan hişyar bin
10 hezîran, 2021   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê nirxandina bûyerên vê dawiyê li bajarê Minbicê qewimî kir.

Daxuyanî wiha ye:

ꞌꞌPiştî bûyerên dawî yên ku li bajarê Minbicê rû dan, di encamê de hin qurbanî çêbibin, ji lew re em mixabiniya xwe tînin ziman û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, her wiha piştrast dikin ku em ê li hemberî wan bi erka xwe ya qanûnî û exlaqî rabin û em ê piştgiriyê bidin gel û xwestekên wan û li gel wan bisekinin.

Lê hin kes hene ku berê bûyeran bi aliyekî din ve dibin û çareseriyan asteng dikin, her wiha ewlehî û aramiya Minbicê û gundewarên wê têk bibin.

Heta niha hêzên me destwerdan li van bûyeran nekiriye, lê belê me tedbîr girtin ku alozî çênebe û mezin nebe. Ji ber komîte hatin avakirin, da ku li ser vê yekê bisekinin û rastiyan eşkere bikin. Hêzên me her tim ji bo aramî û ewlehiyê li pêş bû û di rizgarkirina bajêr ji terorê de jî li pêş bû.

Di vê dawiyê de hin aliyan hewl da aramiya bajêr derbe bikin û rewş ji bo ji ajandeyên derve û berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew jî bi rêya belavkirina çekan ku li dijî me, şênî û saziyên me bi kar bînin. Li ser vê bingehê, em bang li şêniyên Minbic û gundewarên wê dikin ku ji provaksiyon û tevliheviyan hişyar bin û derfetê nedin wan kesan ku ewlehî û aramiya welatê me têk bibin.

Em piştrast dikin ku em li dijî her kesê hewl bide ewlehiya bajarê me derbe bike, bisekinin û em nahêlin kesên dixwazin ji nû ve DAIŞ’ê û yên wek wê li Minbicê vegerin, bigihînin armancên xwe."

(eh)

ANHA