Hesen Koçer: Divê  her kes helwesta xwe li dijî dagirkeriyê zelal bikin

Hesen Koçer bang li hemû partiyên Kurdistanê û dewletên navneteweyî kir ku li dijî qirkirina Kurdan helwestên xwe zelal bikin.

Hesen Koçer: Divê  her kes helwesta xwe li dijî dagirkeriyê zelal bikin
10 hezîran, 2021   16:02
QAMIŞLO

Di mîtînga li dijî xîyanet û dagirkeriyê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî.

Koçer di destpêkê de anî ziman ku ev sekna heyî ya neteweyî ye û got: “Îro êrişên li ser gelê Kurd tên kirin ne ji rêzê ne. Êrişên qirkirinê ne. Ev êrişên ku îro li Başûrê Kurdistanê, guhertina demokrafîk li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê, bi destê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî tê kirin. Ev qirkirin ji bo şikandina vîna gelê herêmê ye. Ev sekin ji êrişan re dibejê na. Em bangawaziya xwe ji dewletên navneteweyî dikin ku hûn tev li qirkirina Kurdan dibin yan na? ger hûn bibêjin na wê demê helwestên xwe nîşan bikin. Êdî zanabûna gelê herêmê pêş ketiye. Gelê me îro rêveberiya xwe çê kiriye. Divê her kes helwestên navneteweyî nîşan bide.”

Koçer destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk qebûl nakin û got: “Em bang li hemû partiyên Kurdan dikin ku destê xwe nexin nav xwîna Kurdan. Kesên ku destê xwe têxê nava xwîna Kurdan wê dîrok lanet lê bike. Sedema êrişên niha li Başûr ne tevgera azadiyê. Dema referandûmê PKK'ê li wir bû. Gelê Kurd xwedî birdozî û serok e. Dewletê mêtîngerên Kurdistanê baş bizanibin Kurd ne yên berê ne. Berê digotin Kurd nikarin tiştekî bikin. Em li dijî qirkirinê li ber xwe didin û êdî serkeftin jî ya me ye. Em ne neteweya berê ne. Îro Kurd xwedî hêz in bi hezaran fedaî dan. Binkeftina Kurdan îro nîne. Divê dewletên navneteweyî jî vê rastiyê bizanibin"

Koçer di berdewama axaftina xwe de got: "Bila her kes bizanibe ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Dixwazin Kurdan qir bikin. Em bang li partiyan dikin ku helwestên xwe diyar bikin. Em ê deynin pêşiya vî welatî ku kî welatparêz e kî ji bo Kurdan xwe feda dike.

Dewletn navneteweyî ger hûn cidî nêz bibin bêdeng nemînin ji qirkirina li ser Kurdan. Ger nebê em ê dibêjin ku hûn şirîk in. "

Mîtîng bi axaftinan didome.

(cb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yVSi5ZMF_PE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>