Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê cenazeyên 2 şehîdên YPG’ê Ebdullah El-Ebdullah û Xelef El-Mubarek veguhastin goristana şehîdan. Ew her du şehîd di 2017’an de dema hemleya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn.

Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
Bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdan veguhastin goristana şehîdên Tebqayê
10 hezîran, 2021   15:57
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya bi sedan şêniyên Tebqa û saziyên sivîl û leşkerî merasîma veguhastina cenazeyên 2 têkoşerên YPG’ê ku di rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, ji goristana bajêr veguhastin goristana şehîdan a Teqayê.

Cenazeyên her du şehîdan bi karwanekê ji Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de ber bi goristana şehîdan ve hatin veguhastin. Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin û toraneke leşkerî ji hêla YPG’ê û YPJ’ê hat pêşkêşkirin.

Piştre gelek axaftin ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî ya Tebqa ve hatin kirin. Axêveran sersaxiya malbatên şehîdan kir û spasiya rola wan şehîdan di têkbirina terorê û rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de kir.

Axêveran diyar kir ku gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rizgariya xwe ji zulm û destpotiyê dibînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin û piştre cenazeyên her du şehîdan li goristana şehîdan a Tebqayê hatin veşartin.

Şervan Ebdullah El-Ebdullah di hemleya rizgarkirina Reqayê de di 23.06.2017’an de şehîd bûbû û Xelef El-Mubarek di hemleya rizgarkirina gundê Tiwêhîniyê ya girêdayî Tebqayê de di 24.01.2017’an de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA