ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2021'AN
10 hezîran, 2021   23:00

- Hiqûqnas Elaedîn Xalid got: "Beriya ku dema peymana Lozanê bi dawî bibe, dewleta Tirk dixwaze her tiştî bistîne, Mîsaqa Mîllî û împratoriya Osmanî zindî bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokên meclisên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, ger sistayî di piştgiriya ji berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk de çêbibe dê çarenûsa Kurdan di xeteriyê de be û bang li PDK`ê kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakgerên siyasî û hiqûqnas diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk ê ku ji cîhanê re isbat kir ku ev projeyeke aştiya cîhanê û jiyana hevbeş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Herêma Cizîrê ya ku tev li meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê bûne, diyar kir ku li dijî hevkarî û êrişên dagirkeran divê her kes deng û rengê xwe diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên Qamişloyê bang li pêşmergeyên PDK'ê kir û got: "Hûn mîna zarokên me ne, bi aqilane nêzîk bibin da ku hûn nekevin xefka Tirkiyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Kongreya Star a kantona Şehbayê êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên gerîla û wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê têkbirina destkeftiyên gelan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, parêzer Nagehan Avçil diyar kir ku li girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyê bêhiqûqî pir zêde bûye û got li Îmraliyê hin pratîk hene ku qanûnên taybet jî derbas dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongreya xwe ya yekemîn li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hamo Mosekviyan destnîşan kir ku armanca Erdogan Başûrê Kurdistanê û parçeyên ji Sûriyê û Iraqê  tev li dewleta Tirk bike û got, divê Ereb li hemberî planên Erdogan yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê got dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina Iraqê êrişî gerîla kir. Her wiha peyamek da hikumeta Başûrê Kudistanê û tê de got: “Divê hûn zanibin ku têkçûna gerîla tê wateya tunebûna hebûna Kurdan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk bi rêya daxuyaniyên Erdogan gotinên dilnizmî û xweşik ji Misirê re dike û li aliyekî din jî bi xwe re nakok e. Dîsa hişt ku kanalên îxwanî ji Tirkiyê de provaksyonên xwe li dijî Misirê bikin. Bi wê re lêkolînerê misirî wiha got: "Ev nakokî dê danûstandinan dereng bixe û pêdiviya aliyê Misirê jî bi baweriya zêde heye û dewleta Tirk cidiyeta xwe pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- PDK’ê bi destê dewleta Tirk, ji bo kûrkirina dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê, dixebite. Heta gaveke din jî bi pêş ve dibe û ji bo pereyan axa Kurdistanê difiroşe. Ew merhaleyeke nû ya dîroka xayintiyê ye. Lê belê vê carê çend gavên din pê de diçe, derî li ber dagirkirina mayînde vedike û bi xwe ji bo vê yekê rê vedike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sebzeyan li malên xwe diçînin, da ku berhemên geş û bi kalîteya baş wergirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd got di encama qirêjbûna ava çemê Firatê de rewşên jehrîbûnê zêde bûn û li Kobanê zêdetirî hezar û 377 şênî jehrî bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA