Telat Yunis: PDK`ê bi kiryarên xwe aloziya di navbera hêzên Kurdistanî de kûrtir dike

Telat Yunis bang li PDK`ê kir ku siyaseta xwe ya ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rewa dike û aloziya di navbera hêzên kurdî û Kurdistanê kûrtir dike biguhere. Her wiha got, divê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê tavilê bên berdan.

Telat Yunis: PDK`ê bi kiryarên xwe aloziya di navbera hêzên Kurdistanî de kûrtir dike
10 hezîran, 2021   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Desthilata PDK`ê îro nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen, nûnerê Têkiliyên PYD`ê yê li Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û endamê nûnertiya PYD`ê yê li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema berê xwe dan balafirgeha Hewlêrê ya navneteweyî da ku pêşwaziya mêvanên ji derve hatine bikin, girt.

Girtina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojekê de ku şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê amadekariyên lidarxistina meşekê dikin, pêk hat.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis girtina nûnerên Rêveberiya Xweser, nûnerên têkiliyên PYD`ê û endamê nûnertiya PYD`ê ji aliyê PDK'ê ve şermezar kir.

Telat Yûnis ev li gotina xwe zêde kir:"Di demekê de ku artêşa dagirker a Trik êrişî Başûrê Kurdistanê dike da ku destkeftiyên gelê Kurd derbe bike û erda Başûrê Kurdistanê dagir bike, PDK`ê nûnerên Rêveberiya Xweser girt û ev jî xizmeta doza kurdî nake."

Yûnis da zanîn ku gelê Kurd di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û bang li hêzên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û wiha domand: "Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelê Kurd e. Divê PDK`ê siyaseta xwe biguhere ji ber ku êrişên dewleta dagirker a Tirk rewa dike û aloziya di navbera hêzên kurdî û Kurdistanê kûrtir dike."

Telat Yûnis bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û PDK`ê kir ku yekser nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi awayekî qanûnî li Başûrê Kurdistanê dixebitin serbest berde û sedema girtina wan ji raya giştî re eşkere bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1cil9XW83Ao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>