Dewleta Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê topbaran kir

Piştî ku du serçeteyên Heyat Tehrîr El-Şam ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê li Idlibê, hatin kuştin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baregehên hikumeta Şamê li herêmê topbaran kir.

Dewleta Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê topbaran kir
10 hezîran, 2021   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên cuda ên gundewarên başûrê Idlibê belav bûne, baregehên hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî topbaran kir.

Ev yek piştî ku 8 kes ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, di nav de berdevkê fermî yê şaxê leşkerî yên çeteyên Tehrîr El-Şam Ebû Xalid El-Şamî û rayedarê koordîneya çapmeniya leşkerî yê çeteyên Tehrîr El-Şam Ebû Museb, pêk hat.

Ji aliyekî din, balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê zêdeyî 12 êriş li derdora Fitêra, El-Mozre, Kefer Ewîd ên girêdayî çiyayê Zawiyê, derdora San û Mecdeliya yê gundewarên rojhilatê Idlibê pêk hatin.

Li herêmê balafirên Rûsyayê digerin.

(dm)