Daîreya Têkiliyên Derve banga eşkerekirina çarenûsa nûnerên Rêveberiyê û PYD`ê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir ku divê çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan ên PYD`ê were eşkerekirin.

Daîreya Têkiliyên Derve banga eşkerekirina çarenûsa nûnerên Rêveberiyê û PYD`ê kir
10 hezîran, 2021   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

 Daîreyê îro têkildarî girtina nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê û endamên têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

 “Îro me agahiya girtina nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên Têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) ve, dema diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê, bihîst. Lê ruxmî ku me hewl da çarenûsa hevalên xwe nas bikin, lê heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Heta hêzên ewlehiyê jî sedama girtinê jî diyar nekir.

Em dibînin ku ev girtek asta nakokiyê zêdetir dike û gera diyalogê lawaz dike. Em hêvî dikin ku aliyên li Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de bi projeyên fitneyê yên dewleta Tirk neyên xapandin ku dixwaze Kurdan li dijî hev derxe û asta ku doza kurdî gihîştiye, asteng bike.

Em wekî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dikin ku çarenûsa hevalên me eşkere bibe û demildest serbest werin berdan. Her wiha em hêvî dikin ku berjewendiya nîştimanî di ser hemû berjewendiyên din re were girtin. Her wiha tu alî bi tevgerên provokasyon neyên xapandin, ku tenê dijminên Kurdan sûdê jê digirin.”

(şx)

ANHA