ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2021'AN
8 hezîran, 2021   23:00

- Rûspiyên eşîra Omeriya ya navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê birakujiyê di navbera kurdan de derxîne û banga yekitiyê li aliyên siyasî yên kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Minbicê dane zanîn ku armanca proveksyonan têkbirina biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê diyar kir ku armanca meşê; şikandina dagirkerî, îxanetî û bêdengiya cîhanê li ser êrişên dewleta Tirk a qirker e. Her wiha bang li gelên herêma Cizîrê kir ku tev li meşê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li şêniyên Rojava kir ku beşdarî meşa rûmetê bibin û gotin, meşa rûmetê meşa berxwedan û têkoşînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên kantona Şehbayê diyar kir ku armanc ji êrişên domdar ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd û berfirehkirina qada dagirkeriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fatma Hesîno diyar kir ku hin aliyên veşartî hene provokasyon û hewl didin ziyanê bighînin tevna niştimanî. Fatma Hesîno got:"Rêveberiya Xweser li hemberî hemû astengiyan hêza xwe îsbat kir û daxwazên gel bi cih tîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku kantona Efrînê hat dagirkirin û şêniyên wê bi zorê ji warên xwe hatin koçberkirin, Desteya Jinan bi armanca ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan bike gelek projeyên biçûk pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo got divê gel bi proveksyonan neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên siyasî û yên çandî diyar kir ku armanca dewleta Tirk piştî tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye û got, vîna gel wê bi serekve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cemal Şêx Baqî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re bi tundî şermezar kir û bi van gotinan xîtabî PDK'ê kir: "Heke tu îro bi dewleta Tirk xwe diparêze, dê piştre gelê Kurd te têk bibe. Ji ber ku niha gelê Kurd û gelê li Başûrê Kurdistanê jî helwesta dijberî siyasetên PDK’ê ragihandiye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tirkiye bikaranîna avê wek çekeke şer li dijî gelê herêmê didomîne. Kadar Pêrî da zanîn ku dewleta Tirk avê berdide da ku herêman Kurdan li Bakurê Kurdistanê wêran bike, li aliyekî din avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye qut dike da ku dorpêçê ferz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk ya dagirker ji 23 Avrêlê êrîşê li dijî Metîna, Avaşîn û Zap berfireh kir. Ev êrîş wek têgotin ne li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistan pêknayê, di kûriya başûrê Kurdistanê pêk tê. Xuya dibe ku armanca dewleta Tirk ya dagir ji aliyekî derb li gerîla bide ji aliyekî din jî xwe bi temamî di kûriya başûrê başûrê Kurdistan bicih bike. Jixwe rayadarên dewleta Tirk jî vê venaşêrin. Lê mixabin rayadarên PDK’ê ji bo vê rastiyê veşêrin çi ji destê wan tê dikin. (BI WÊNE Û).

CIVAK Û JIYAN

- Beşeke mezin a niştecihên taxên Zeytûniyê û El-Wista yên Qamişloyê bê av in. Gerînendetiya Avê ya bajêr ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çareseriyeke demkî pêşkêş kir û av bi rêya sahrîcan ji şêniyan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA