​​​​​​​Komîteya Ewlehî û Parastinê bang li Bexda û Hewlêrê kir li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin

Serokê komîteya Ewlehî û Parastinê bang li Bexda û Hewlêr kir ku li ser makanîzmeya destwerdana dewleta Tirk li hev bikin û destnîşan kir ku dê serdana Zaxo û Amêdiyê bikin ku êrişên dawî bişopînin.

​​​​​​​Komîteya Ewlehî û Parastinê bang li Bexda û Hewlêrê kir li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin
8 hezîran, 2021   20:16
NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF’ê, serokê komîteyê Mihemed Rida Al Heyder ji dezgeheke çapemeniyê ya Iraqê re got dewleta Tirk li kûrahiya 15 kîlo metre li xaka Iraqê ber bi Başîqa ve baregehek ava kir. Lê girêdayî vê tu lihevkirin di navbera Iraq û dewleta Tirk de ji bo avakirina baregehên leşkerî tune ne.

Mihemed Rida Al Heyder eşkere kir ku ew serdana Zaxo û Amêdiyê ji bo şopandina êrişên dawî bikin û bang li Bexda û Hewlêrê kir ku li ser makanîzmeya qedexekirina destwerdanên dewleta Tirk li hev bikin.