Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê girtina nûnerê rêveberiyê û PYD şermezar kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, girtina nûnerê rêveberiyê û endamên PYD`ê yên li Hewlêrê ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku tavilê werin berdan.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê girtina nûnerê rêveberiyê û PYD şermezar kir
10 hezîran, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê der barê girtina nûnerê Rêveberiya Xweser yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamê Têkiliyan ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz dema ku diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ji bo ku mêvanên xwe yên ku ji derve hatine pêşwazî bikin ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve daxuyaniyek da.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê ev girtin şermezar kir û wiha got:

“Hêzên PDK`ê vê sibê nûnerê Rêveberiya Xweser yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamê Têkiliyan ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz dema diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ji bo ku mêvanên ji derve hatine, pêşwazî bikin girtin.

Li gel ku her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û li gel xeteriyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û  li gel ku pêwîstiya me ji her demê bêtir bi yekitiyê heye, ev endam hatin girtin.

Wek nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê em vê kiryarê şermezar dikin. Di heman demê de em bang li PDK`ê dikin ku demildest wan serbest berde. Sedema girtinê jî eşkere bike ji ber ku ew nûnertiya aliyên siyasî dikin û di warê dîplomasî de kar dikin.”

(şx)