Nivîskarê iraqî hişyarî da: Êriş û baregeh sînorê Mîsaqa Mîllî xêz dikin

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirina serdestiya xaka Iraqê didomîne û êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Ev yek di nava bêdengiya hikumeta Bexda û hikumeta Hewlêrê de pêk tên. Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir got "Palanên Tirkiyê êdî eşkere bûne ku dixwaze rola Osmanî ya mêtinger vegerîne."

Nivîskarê iraqî hişyarî da: Êriş û baregeh sînorê Mîsaqa Mîllî xêz dikin
7 hezîran, 2021   02:51
NAVENDA NÛÇEYAN –YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên berfirehirina xaka dagirkirina xwe li Başûrê Kurdistanê li ser hesabê gelên herêmê didomîne. Di vê çarçoveyê de ji 23'yê Nîsana ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Bertekên gel ên li dijî van êrişan her ku diçin zêde dibin û hikumetên Bexda û PDK'ê tawanbar dikin ku bi van êrişan de bi dewleta Tirk re hevkar in.

Di rojên dawî de, hêzên PDK'ê çalakiyeke mertalên zindî ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê asteng kir û roja şemiyê sewqiyatên leşkerî şandin herêmê.

Li ser vê yekê HPG'ê bi daxuyaniyekê PDK'ê hişyar kir ku bi lîstokên Tirkiyê neyên xapandin.

‘BAREGEHÊN TIRKIYÊ SÎNORÊ MÎSAQA MÎLLÎ XÊZ DIKIN’

Derdora 40 nuqte û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Ev baregeh nêzî Hewlêrê ku paytexta Başûrê Kurdistanê û herêma Soranê ne. Her wiha baregeheke mezin li Başîqa ya 80 km dûrî sînor e û 40 km dikeve bakurê rojhilatê Mûsilê.

Hebûna van baregehan, nemaze baregeha Başîqa diyar dike ku armanca dewleta Tirk kûrahiya xaka Iraqê derbas dibe ku sînorê Mîsaqa Mîllî ye wekî ku Tirk bi nav dikin.

Lêkolîner û dîroknasê ji Iraqê Dr. Ciwad El-Beydanî di hevdîtineke li gel ANHA'yê de hişyarî dabû ku Tirkiye dixebite da ku baregeha xwe mezin bike ku bibe ya herî sereke li Rojhilata Navîn û dibe ku baregeheke asîmanî ya balafirên bêmirov jî lê ava bike.

El-Beydanî diyar kiribû ku avakirina baregeh û nuqteyên Tirkiyê dide diyarkirin ku Tirkiye ji 14 baregehan ku niha hejmar zêdetir bûye, hêdî hêdî xaka herêmê qut dike.

Li gorî Mîsaqî Mîllî, Tirkiyê armanc dike ku dest deyne ser tevahî herêma Mûsilê û li gorî stratejiya wê Mûsil, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, beşên ji xaka Sûriyê ji Helebê heta sînorê Sûriyê-Iraqê, Reqa û Hesekê di nav xwe de digire. Erdogan ji bo pêkanîna xeylanên xwe yên dagirkirinê li Iraq an Sûriyê xwe dispêre nexşeya Mîsaqa Mîllî.

Li gorî lihevkirina Lozanê ya diyarkirina sînoran di navbera Tirkiye û gelek dewletan de di  nav de Iraq,  nakokiyeke qanûnî bi Brîtanyayê re winda kir ku girêdayî wîleyata Mûsilê ye ku ber ji Dihokê û beşên ji Hewlêrê pêk dihat. Lê Tirkiyê tu carî dev ji timayên xwe yên dîrokî di van herêman de ber nedaye.

Peymana Lozanê piştî 100 salan anku sala 2023'yan bi dawî bibe. Lê Erdogan soza vegerandina vê herêmê sala 2023'yan daye.

Tevî wê binpêkirinên leşkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Beriya çend rojan iraqiyan bal kişandin ser binpêkirinên dewleta Tirk ên ser sînor, ji dagikirin û qutkirina daran û diyar kirin ku ev binpêkirinên di çarçoveya zindîkirina Mîsaqa Mîllî de têne kirin.

Dîmenên qutkirina daran li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin parvekirin.

'ÇAVBIRÇÎBÛNA TIRKIYÊ ÊDÎ EŞKERE BÛYE'

Nivîskar û rojnamevanê Iraqê Şemxî Cebir got: "Nêzîkatî û şêwazên dan û standinên Tirkiyê bi serdestiya Iraqê re binpêkirine eşkere ji tevahî urf, mîsaq û têkiliyên navneteweyî ne. Ji bo çareserkirina nakokiyên navneteweyî ku serdestiya xaka welatekî de binpê dike, bi radestkirina wê ji Konseya Ewlehiyê li gorî benda 4 an a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ye. Çavbirçîbûnê Tirkiyê êdî ji her kesî re eşkere ye ku dixwaze rola osmanî ya mêtînger zind bike."

Têkildarî hincetên Tirkiyê, Cebir wiha got: "Hemû hincetên Tirkiyê derew in, bi taybet hincetên wê yên girêdayî şerê li dijî PKK'ê. Ev yek gumanan li ser hebûna planên wê yên berfireh zêde dike. Delîlê vê yekê hebûna Tirkiyê li Idlibê ya bakurê Sûriyê ye ku tu hêzên kurdî yên çekdar li wê herêmê nine."

Li ser dema pêkanîna van êrişan nivîskar û rojnamevanê Iraqê Şemxî Ceber wiha axivî: "Tirkiyê niha sûdê ji rewşa siyasî ya li Iraqê digire û hewl dide di mijarên siyasî de rolê bilîze, bi taybet bi hêzîkbûna dema hilbijartinên Iraqê di Cotmeha 2021'an."

Cebir îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê kir û got: "Operasyonên leşkerî yên di hundirê xaka Iraqê de dighêjin heta Çiyayê Qendîlê li rojhilat û Şengalê li rojava, heta Mexmûrê ya başûrê bajarê Mûsilê, ev yek gef û destwerdana tund û binpêkirina serdestiya xaka Iraqê ye."

Cebir helwesta hikumetên Bexda û Hewlêrê rexne kir û ev tişt anî ziman: "Ruxmî xirabiyên ku ji ber alavên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê çêbûne ku gefan li mirov, dar û erdê dixwin, mixabin heta niha tu helwestên cidî û tund ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta federal ve derneketine."

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir di dawiyê de got: "Berjewendiyên Tirkiyê çi li Kurdistanê be yan jî Iraqê, divê zext li Tirkiyê were kirin da ku sînorek ji zêdegaviyên wê yên li xaka Iraqê û binpkirinên serdestiya dewleteke ku endameke Neteweyên Yekbûyî ye, werin rawestandin."

ANHA