'Ji bo piştevaniyê me serdana Minbicê kir'

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed armanca serdana xwe ya ji bo Minbicê diyar kir û got: "Serdan ji bo piştevaniyê û şopandiya rewşa şêniyan pêk hat."

'Ji bo piştevaniyê me serdana Minbicê kir'
6 hezîran, 2021   19:04
TEBQA

Duh şandeyeke ji rêveberên Meclisên Rêveber û Qanûnsaz, Komîteya Têkiliyan a Tebqayê, kesayetên welatparêz, rûspî û şêxên Tebqayê serdana Minbicê kir û bi gelek  şêx, rûspî û Rêveberiya Sivîl a Minbicê re civiya.

Têkildarî mijarê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed axivî û got: "Armanca me ji vê serdanê ew bû ku rewşa Minbicê bi giştî nas bikin, hevgirtin û têkiliyên di navbera her du herêman de xurt bikin, li aliyekî din jî piştgiriya şênî û rêveberiya Minbicê bikin, da ku li dijî hewldanên derxistina fitneyan û belavkirina propandayên di navbera gel de yên ji hêla ajandeyên bi piştgiriya aliyên derve ve, bisekinin."

El-Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Em li hundirê bajarê Minbicê, li bazara wê û kolanên wê yên sereke geriyan da ku ji nêz ve rewşa giştî ya bajêr nas bikin, her wiha em bi meclisên sivîl re civiyan da ku piştgiriya şêniyan bikin û biratiya di navbera pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî hewldanên têkbirina aramî û derxistina fitneyan de, îsbat bikin."

El-Mihemed di berdewama gotina xwe de destnîşan kir ku serdana wan ji Minbicê re serkeftî derbas bû û bi çavên xwe dîtin ku bi saya hevgirtina welatiyan a bi rêveberiyê û hêzên ewlekariyê re rewşa Minbicê aram bûye.

Hevserokê Komîteya Giştî ya Têkiliyên ya Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed di dawiyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî hewldanên ajandeyên derve, di serî de dewleta Tirk û Îranê hişyar bin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bHhPx3kirgY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>