Li Dirbêsiyê civînek li ser rewşên siyasî û xizmetguzarî hate lidarxistin

Meclisa navçeya Dirbêsiyê civînek ji şêniyên navçeyê re çêkir û tê de rewşa siyasî hate şîrovekirin, her wiha li pirsgirêk, nêrîn û pêşniyarên şêniyên yên girêdayî rewşa herêmê ya aborî hatin guhdarîkirin.

Li Dirbêsiyê civînek li ser rewşên siyasî û xizmetguzarî hate lidarxistin
6 hezîran, 2021   18:58
HESEKÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê civîneke berfireh ji rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd, oldar, partiyên Kurd û şêniyên navçeyê re li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî nîqaş kirin, li nêrîn û pêşniyarên gel ên têkildarî rewşa herêmê ji aliyên siyasî û aborî guhdar kir.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Meclisa navçeya Dirbêsiyê Rûbar Dirbêsiyê behsa rewşa siyasî ya li herêmê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ligel êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê avê li dijî herêmê dike da ku herêmê ji şêniyên wê vala bike."

Rûbar Dirbêsiyê îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên girêdayî Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: "Hêzên gerîla, hêzên ku ji gelê Kurd hatine damezrandin parastina doza Kurd û destkeftiyên vî gelî bikin."

Dirbêsiyê wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji çend mehan ve, dewleta Tirk a dagirker êrişî hêzên gerîla dike, lê hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê deng in."

Rûbar Dirbêsiyê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Yekitî û rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê bi hebûna hêzên gerîla ve girêdayî ne, ji lew re ne pêkan e ev hêz werin têkbirin."

Piştre, li ser rewşa xizmetguzarî ya li herêmê nîqaş çêbûn û pêşniyarên şêniyan ên li ser aborî û xizmetguzariyê û hin pirsgirêkên jiyanî hatin guhdarkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9nUIPvDMgNI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>