Hesen Koçer: Qutkirina ava çemê Firatê planeke guhertina demografiya herêmê ye

Hesen Koçer destnîşan kir ku qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ew jî planeke dewleta Tirk e da ku demografiya herêmê biguherîne.

Hesen Koçer: Qutkirina ava çemê Firatê planeke guhertina demografiya herêmê ye
6 hezîran, 2021   23:38
REQA – XALID EL-CÛMA

Dewleta Tirk qutkirina ava çemê Firatê ku damara sereke ya debara şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, didomîne. Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê zerarên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê û saetên dayîna kehrebeyê pir kêm bûne.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtin bi cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer re çêkir. Hesen Koçer got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha siyaseta dewleta Tirk diyar e. Siyaseta wê ya xirabkirin û hilweşandina binesaziya Sûriyê ye, her wiha destekdayîna komên çekdar da ku îradeya gelê Sûriyê bişikînin."

Hesen Koçer wiha domand: "Qutkirina avê ne sûcê yekane ye ku dewleta Tirk pêk tîne lê belê xêr û berên gelê Sûriyê didize. Bi rêya destekdayîna ji komên terorîst ên çekdar re rêya şoreşa Sûriyê ji rêya xwe derkeve."

Koçer behsa qutkirina ava çemê Firatê kir û got ew yekser girêdayî siyaseta guhertina demografîk ku dewleta Tirk bi kar tîne û li herêmên dagirkirî di serî de Efrînê pêk tîne û wiha domand: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên çandiniyê ne û armanc ji qutkirina ava çemê Firatê ku gel birçî bibe û wan ji herêmên wan koçber bike."

Koçer diyar kir ku serketina Rêveberiya Xweser li wan herêman ne li gorî siyaseta dewleta Tirk a dagirker e, ji ber wê dest bi siyaseta birçîkirina gelên herêmê bi rêya qutkirina ava çemê Firatê kir da ku armancên xwe pêk bîne û ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Koçer destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû şêwazan hewl da ku Rêveberiya Xweser têk bibe û di nav de siyaseta birçîkirinê ku her demekê avê li ser Hesekê qut dike û ava çemê Firatê ku avê dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, qut dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berdewama axaftina xwe de got: “Qutkirina ava çemê Firatê bandoreke neyînî li jiyana şêniyên Sûriyê bi giştî û yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dike. Ji ber şêniyên wê di debara jiyana xwe de xwe dispêrin çandiniyê."

Hesen Koçer pişterast kir ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî yên di navbera wê, Sûriyê û Iraqê de der barê miqdarê ava ku bide Sûriyê û Iraqê tev nagere û wiha axivî: "Ev yek dê bi xwe re karesatekê mirovî bîn."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li sazî û rêxisinên pêwendîdar dikin ku bi lez destwerdanê bikin û vê pirsgirêka ku gefan li jiyana bi milyonan kes ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe, çareser bike."

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7YHfLR6H_MM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>