Ciwanên Minbicê: Divê gel li pey fitneyan neçe

Rêveberên saziyên ciwanan ên Minbicê pişterast kir ku hin destên derve dixwazin aramî û ewlehiya herêmê bi rêya derxistina fitneyan di navbera şênî û rêveberiyê de derxin.

Ciwanên Minbicê: Divê gel li pey fitneyan neçe
7 hezîran, 2021   04:11
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Di nava çend rojên borî de li bajarê Minbicê hin aliyên derve nexasim dewleta Tirk û hikumeta Şamê, xwepêşandana şêniyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û aramiya li herêmê bi rêya derxistina fitneyan têk bibin.

Têkildarî mijarê ciwanên Minbicê nêrînên xwe anîn ziman.

Hevserokê Yekitiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Sûriyê şaxê Minbicê Ehmed El-Cemîlî wiha got: "Piştî ku pêkhateyên herêmê jiyaneke bi hev re bi awayekî hevbeş dijiyan û ev herêm gihaşt asteke ji aramiyê û hemû rêbazên jiyanê lê têne peydakirin, hin alî hene ku dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin."

Ehmed El-Cemîlî wiha axaftina xwe domand: “Gelek caran hewl dan aramî û ewlehiya van herêman bi rêya êrişên li ser eniyên şer û qutkirina ava çemê Firatê, xira bikin. Herî dawîn jî bi rêya keysbazkirina gel û sorkirina li dijî rêveberiyê bû. Lê hemû hewldanên wan têk çûn. Xwestekên gel diyar in, lê hin alî û kesayetan rewş keysbaz kir da ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin."

Ehmed El-Cemîlî pişterast kir ku bi zanebûna şêniyên bajarê Minbicê û rêveberiyê, xwestên gel hatin qebûlkirin, xebat li ser wan tê kirin û hemû pirsgirêk hatin çareserkirin û ev jî bi saya şêx, rûspî, rewşenbîr û kesên zana bûn.

El-Cemîl di axaftina xwe de peyamek ji ciwanan re şand ku li pey kesên dixwazin fitneyê, xirabkirin û gotegotên ku li ser toreyên tevna civakî ji aliyê dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ve têne belavkirin, neçin.

Her wiha ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Semer Hezûrî ev tişt anî ziman: "Bûyerên dawîn li bajarê Minbicê rû dan, hewldana têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bû. Xwestekên gel aştiyane bûn, lê destên qirêjî hewl da derbasî nava pêkhateyên herêmê bibin û ji ber wê jî rêya xwestekan hate guhertin û veguherîn xwepêşandanan.”

Semer Hezûrî destnîşan kir ku bajarê Minbicê ji herêmên stratejîk e ku hemû pêkhateyên Sûriyê tê de dijîn û wiha domand: "Di demên dawîn de fitneyek derket da ku parçebûnê têxin navbera pêkhateyan de û aramî û ewlehiya bajêr xirab bikin. Bi hebûna rûspiyên eşîran, kesên zanist û rewşenbîr li bajêr re rêbazê çareseriyê hate dîtin û li xwestekên gel hate guhdarkirin."

Ji rêveberên Tevgera Ciwanan li Minbicê Hisên Begarî pişterast kir ku di demên dawîn de li bajarê Minbicê hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê hin kesên alîgirên aliyên derve û hundirîn derket da ku herêmê xirab bikin û şaneyên veşartî jî gel li dijî rêveberiyê sor kirin.

Hisên Begarî di axaftina xwe de got hin rûpelên toreyên tevna civakî destek dan karên tevliheviya li bajêr.

Di dawiyê de Hisên Begarî bang li şêniyên kir ku li pey tevliheviyê neçin û parastina aramî û ewlehiya bajarê Minbicê bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-pL7X8XJfmI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>