​​​​​​​Ji Kobanê banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan hate kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê bi meşekê banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.

​​​​​​​Ji Kobanê banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan hate kirin
6 hezîran, 2021   18:21
KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Aad a Kobanê dest pê kir, şêniyan di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla, pankartên"Dem dema azadiyê ye", "Dê komploger bi bin kevin û vîna azad bi ser keve", "Bi rihê berxwedana gerîla serkeftin teqez para Bazên Zagros û Cenga Xabûrê ye", "Na ji komkujî, naji komploya nû re, ev gerîlayên azadî û rûmetê ne" û" Bijî berxwedana azadîxwazan" berz kirin.

Dema şênî gihaşt Qada Şehîd Eqîd deqeyeke rêz girt, dûvre endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Raperîn Kobanê li ser berxwedana gerîl û berxwedan girtiyên di girtîgehan de axivî û wiha got: "Em niha li hember komployeke navneteweyî ya bi serkêşiya dewletên împiryalî ne, niha dewleta Tirk di encama berxwedana qehremantî ya gerîla de, di rewşa hilweşîna mezin de ye."

Raperîn Kobanê wiha domand: "Ji ber dewleta Tirk nikare vîn û berxwedana gerîla bişikîne, dixwaze armancên xwe bi destê PDK’ê pêk bîne. Ji lew re em ji wan dibêjin ku hûn nikarin desthilata Erdogan rizgar bikin, ji ber gelê Kurd dê we li ser vê îxanetê muhasebe bike."

Raperîn Kobanê eşkere kir ku dê îxaneta PDK’ê di rûpelên dîrokê de were nivîsandin û mîna çawa Erdogan were muhasebekirin, ew jî werin muhasebekirin.

Raperîn Kobanê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em têkildarî êrişên li dijî herêmên me hişyar bin, divê em piştgiriya gerîla û berxwedana wan bikin. Ji ber dê îsal bibe sala têkçûna dijmin û îxanetan û serkeftina gelê Kurd."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jn8hVE1VEk4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>