ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-06-2021'AN
5 hezîran, 2021   23:00

-Hiqûqnas Ferhad Baqir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûn û lihevkirinên navneteweyî bin pê dike bi taybet madeyên lihevkirinê yên 4`an ên Cinevê yên parastina sivîlan û milkên wan di dema şer de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Teknîkvanê Odeya Operasyonan a Bendava Firatê Nesan Nebî diyar kir ku asta gola Firatê 298.45 ji deryayê daketiye û digihêje asta golên bendavan ên mirî, di encamê de stasyonên av û kehrebeyê yên bendavê ji xizmetê derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Herêma Dêrik bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku helwesta xwe der barê dagirkeriya Tirk de nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx eşîreya El-Sada El-Heyalîn diyar kir ku hin alî dixwazin hevgirtina niştîmanî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xira bikin. Her wiha Endamê desteya rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got pêwîstiya Minbicê bi zarokên wê heye da ku li hember gefên hundirîn û yên derve bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal diyar kir ku destên veşartî di bûyerên li Minbicê de hene ji ber ku serkeftina projeya wê ya Rêveberiya Xweser aciz in. Her wiha banga hevgirtin û pêkanîna Erka Xweparastinê li şêniyên Minbicê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê li ser xwekuştinê, cûreyên wê û rêbazên bidawîkirina vê diyardeyê semînerekê li Mala Êzidiyan a Tirbespiyê organize dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevan Erdogan Altan destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çû hêzên PDK'ê wek rizgarkerên wan ketin dewrê û got: "Ev êriş jî hemû bi erêkirina Amerîka û hikumeta Iraqê pêk tên." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aktîvîstên ekolojiyê yên ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê talankirina xwezaya Kurdisatnê wek "dewama konsepta qirkirin û îmhayê" bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî raporan, DYA'yê hewl dide Rûsya îqna bike ku derbarê vekirina deriyên sînor li Sûriyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî "Veto" bi kar neyîne. Çavdêr diyar dikin êrişên kenalên Îxwan ên li ser Misirê encamên hêrsa Erdogan a ji rola Misirê di çareseriya aloziya Filistînê de tê ku rola Enqerayê lawaz kir. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Bi sponseriya Komîteya Çandê ya Reqayê, wêjevan Fewziya El-Mirî semînrekê li ser têkiliyên dayikan bi zarokan re li navenda çandê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Pêşangeha Şêwekariyê ya Duyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Malên axî cureyeke mîmariya kevnar e, ji bo mercên giran ên hewayî guncaw in, ji ber ku ew mal havînê sar e û zivistanê jî germ in, berovajî malên ji betonê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yên ku pergalên çewisandinê parçe kirine, jiyana komînal a Rêveberiya Xweser bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê careke din bi rêxistin kirin. Pêkhateyan li gorî şert û mercên li herêmê xwe birêxistin dikin û birêve dibin. Ev yek ji aliyê endam û hevserokên komînên Qamişloyê ve hat piştrastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA